Agahî ji Kerîmî yê hatî binçavkirin nayê wergirtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji welatiyê Kurd Yûsif Kerîmî yê ku di 3'yê Nîsanê de ji aliyê rejîma Îranê ve li mala xwe ya li Bokanê hatibû binçavkirin, agahî nayê wergirtin.

 
Yûsif Kerîmî di serdegirtina mala xwe ya li Bokanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê wergirtin. Der barê binçavkirina Kerîmî de tu belge an jî hincet pêşkêşî malbatê nehatine kirin. Rayedaran heta niha ne li ser sedema binçavkirinê û ne jî li ser cihê ku lê tê ragirtin tu daxuyanî nedane. Herwiha hemû hewldanên malbata Kerîmî yên ji bo wergirtina agahiyan bêencam man.
 
Kerîmî ji 3'yê Nîsanê û vir ve, ji mafê têkiliya bi malbatê re, ziyareta malbatê û hevdîtina bi parêzerê xwe re bêpar hatiye hiştin.
 
Di Sibata sala borî de, birayê wî Silêman Kerîmî jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin. Silêman Kerîmî piştî du mehên lêpirsîn û îşkenceyê li navendeke binçavkirinê ya li Urmiyeyê, bi kefaletê bi awayekî demkî hatibû berdan.