Hejmara kesên di êrişên li dijî Îranê de hatine kuştin 3 hezar derbas kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara welatiyên di encama êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê de jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar derbas kir. 

 
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), têkildarî bîlançoya êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê de raporek parve kir. HRANA’yê da zanîn ku hejmara kesên ji destpêka êrişên li dijî Îranê heta niha jiyana xwe ji dest dane 3 hezar derbas kir. 
 
Li gorî daneyên ajansê; di encama êrişên heta niha de 206 jê zarok herî kêm hezar û 319 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat ragihandin ku herî kêm hezar û 122 leşker mirine û 599 jî nayê zanîn ka sivîl in an leşker. 
 
HRANA’yê da zanîn ku ew bîlançoya xwe dispêre daxuyaniyên fermî, agahiyên xebatkarên tenduristiyê, komên lezgîn ên alîkariyê û çavkaniyên civaka sivîl. HRANA’yê diyar kir ku dibe hejmara qurbaniyan ji hejmarên fermî bêhtir bin.
 
Li gorî hejmarên fermî ku ji hêla Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê ve hatiye weşandin jî heta niha herî kêm hezar û 200 kes li welêt bûne qurbanî û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûne.