Netenyahu: Êrişên li dijî Lubnanê dê bidomin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu, diyar kir ku êrişên wan ên li dijî Lubnanê dê bidomin. 
 
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku dê êrişên wan ên li dijî Lubnanê bidomin. 
 
Netenyahu, diyar kir ku êrişên wan ên li dijî Hîzbullahê bi biryardarî didomin û wiha got: “Li Beyrûdê sekreterê şexsî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina terorê Hîzbullahê Naîm Qasim û yek ji kesên herî nêzî wî Elî Yûsûf Harşî hate bêbandorkirin. Her wiha di tevahiya şevê de Hêzên Parastinê yên Îsraîlê, li Lubnana Başûr êrişî çendek binesaziyên terorê kir. Noqteyên bi hezaran çek, roket û rampayên firandin, depoyên çekan û biryargehên Hîzbullahê. Peyama me zelal e, em ê li her kesên li dijî sivîlên Îsraîlê dikevin nava tevgerê bixin. Heta ku şêniyên me yên li Bakur dijîn tam di ewlehiyê de dijîn, dê li her cihên pêwîst êrişên me yên li dijî Hîzbullahê bidomin.”