Îro geştên asîmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê dikin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Balafirxaneyên Sivîl a Iraqê ragihand ku dê îro li tevahiya balafirgehên Iraq û Herêma Kurdistanê geştên asîmanî dest pê dikin.
 
Rêveberiya Balafirxaneyên Sivîl a Iraqê bi daxuyaniyek ragihand ku wê îro li tevahiya balafirgehên Iraq û Herêma Kurdistanê geştên asîmanî dest pê bikin. Destpêkirina geştên asîmanî peywendiya xwe bi agirbesta du hefteyî ya ku di navbera Amerîka û Îranê de hatî ragihandin ve heye.
 
Li gorî tê gotin, ji ber girtina qada hewayî ya Iraqê ku 40 rojan dom kir, nêzî 43 milyon dolar ziyan bi kerta asîmanî ya Iraqê gihaye. Ji vî pereyî jî zêdetirî 14 milyon dolar yê wê baca ku Iraqê di beramberî bikaranîna asîmanê xwe de werdigirt bû.