Fîdan li Sûriyeyê ye: Dê bi Şara û Zelenskî re hevdîtin bê kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çû Sûriyeyê û dê bi Şara û Zelenskî re hevdîtinê bike. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, çû Sûriyeyê. Fîdan, ji hêla Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî ve li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hate pêşwazîkirin. Li gorî agahiyên wezaretê dane, dê Fîdan li gel mijarên di navbera her du welatan de, her wiha mijarên herêmî binirxîne. 
 
Tê payin ku mijara jinûveavakirina Sûriyeyê, Mutebaqetên 17’ê Çileyê û 29’ê Çileyê û mijara entegrasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên nirxandin. 
 
Fîdan, di heman demê de dê bi Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy ku ji bo serdanê hatibû Sûriyeyê û Serokkomarê Sûriyeyê yê demkî Ahmet el Şara re hevdîtinê bike.