STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”
Rojhilata Navîn, bi êrişên DYA-Îsraîlê yên ku di 28’ê Sibata 2026’an de li dijî Îranê dest pê kirin re, ber bi serdemên herî tarî û nediyar ên dîroka ve diçe. Şerê ku 21 roj li pey xwe hiştin, ne tenê hesabekî leşkerî ye, di heman demê de wekî beşek ji têkoşîna xetên enerjiyê, korîdorên bazirganiyê û hegemonyaya kûrewî, hewildanek e ji bo ji nû ve sêwirandina herêmê.
Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, bandora wan a li ser herêmê û paşxaneya geşedanan nirxand.
Ozkan diyar kir ku êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li ser Îranê bandorê li hemû herêmê dikin û ev tişt got: “Em niha jî encamên vî şerî bi awayekî fîzîkî dijîn. Bihayên petrol û enerjiyê zede dibin. Rastiyek heye, êdî tu tişt wekî berê nabe. Ger rêveberiya Îranê hilneweşe ku ez vê îxtîmalê nêzîktir dibînim, wê demê qelsbûna DYA’yê ku berê dest pê kiribû dê berdewam bike û pêvajoya ku jê re dibêjin Pax Americana (Aştiya Amerîkayê), ango sîstema ku DYA’yê di asta kûrewî de hemû pergala siyasî domîne dikir, dê êdî qels bibe. DYA demekê dirêj bû hêza xwe winda dikir lê bi taybetî li Rojhilata Navîn di nava vekişînekê de bû. Mînaka herî zelal a vê yekê Serhildanên Ereban bû. DYA li şûna destwerdana rasterast, bi rêya wekîlan mudaxale kir. Ev yek wekî taktîk an jî stratejiyekê dikare bê dîtin, lê di heman demê de nîşaneya vekişîna ji herêmê bû. Lewma ger DYA li Îranê jî winda bike, ev windabûn dikare bi vekişîna bi temamî ya DYA’yê ya ji herêmê bi dawî bibe.”
‘LI ÎRANÊ HESAB LIHEV NEHAT’
Ozkan destnîşan kir ku vekişîna DYA’yê ya dawî an jî avakirina pergalekî siyasî ya nû di asta kûrewî de dikare di demekê dirêj de pêk bê û diyar kir ku niha înîsiyatîf di destê Îranê de ye û wiha pê de çû: “DYA bi berxwedanekî ku ji texmînan gelekî wêdetir re rû bi rû maye. Sedema vê yekê ew e ku hesabê wê li hev nehat an jî hesab şaş hat kirin. Îran wekî dîktatoriyên din ên Rojhilata Navîn dîtin. Hesab kirin ku dikarin mîna ya li Iraq, Lîbya û Sûriyeyê li Îranê jî dubare bikin. Lêbelê sîstema siyasî ya li Îranê, sîstemekî wiha nîne ku hêz tenê di destê yekî de be. Belê sîstemekê desthilatdar heye, lê em qala desthilatdariyekî sazûmanî dikin. Ev hebûna sazûmanî xwedî dewlemendiyên mezin e û potansiyelekê wê ya wiha heye ku dikare demekê dirêj li hember Amerîkayê li ber xwe bide.”
ŞERÊ KORÎDORAN, IMEC Û HEVKÊŞEYA HURMUZÊ
Ozkan anî ziman ku dîtina êrişên li ser Îranê tenê wekî meseleyekê ewlehiyê dê şaş be û got ku mesele di heman demê de bi kontrolkirina rêyên enerjiyê, lawazkirina aktorekî herêmî yê dijberî DYA’yê û sêwirandina korîdorên nû yên bazirganiyê re têkildar e. Ozkan bal kişand ser girîngiya jeopolîtîk a Îranê û diyar kir ku Tengava Hurmuzê di serî de, projeya IMEC (Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa) ya ku ji lûtkeya G20’an vir ve tê nîqaşkirin û armanc dike ku di ser Hindistan-Îsraîlê re bigihîje Ewropayê, bi polîtîkayên şer ên li herêmê re girêdayî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aliyekî vî şerê li dijî Îranê jî dibe ku bi van korîdorên enerjiyê re têkildar be. Jixwe têkoşîna korîdoran an jî şerên korîdoran ev çend sal in heye. Bi taybetî di pêvajoya piştî 2018-2019’an de. Bê guman ev yek têkiliya rasterast a vî şerî bi Çîn û qismek jî bi Rûsyayê re nîşan dide. Şer ne tenê pevçûna fîzîkî ye, aliyê aborî yê şer jî heye. Hêzên ku dixwazin li ser cîhanê hegemonyayê ava bikin, di serî de DYA, bi piranî hewl didin ku di qada aborî de hegemonyayekê kûrewî ava bikin. Lewra hegemonyaya leşkerî tenê bi hegemonyayekê aborî ya kûrewî ve pêkan e. Dema di bihayên enerjiyê de zêdebûn çêdibe, ev yek li ser hemû hilberînan bandorê dike. Petrol tenê ne benzîn e, di gelek sektorên pîşesaziyê de tê bikaranîn. Her hêza ku bixwaze hegemonyaya kûrewî ava bike, divê xetên enerjiyê bixe bin destê xwe an jî alternatîfên wan ava bike.”
PÊVAJO DI BERJEWENDIYA ÇÎNÊ DE PÊŞVE DIÇE
Ozkan destnîşan kir ku pêvajo ji bo berjewendiya Çînê pêşve diçe û DYA her diçe di hilberînê de paşde dikeve. Ozkan anî ziman ku piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn ji sê hilberînan yek ya Amerîkayê bû, lê niha ji pênc hilberînan tenê yek ya Amerîkayê ye û got: “Piştî sala 1945’an, DYA bi tena serê xwe nêzî ji sedî 50’ê hemû kel û pel û xizmetên cîhanê hildiberand. Îro para DYA’yê di aboriya cîhanê de nêzî ji sedî 15-24 e. Çîn ku bûye reqîbê herî mezin, bi tena serê xwe nêzî ji sedî 30’yê hilberîna cîhanê dike. Di salên 1950’an de 'kargeha cîhanê' DYA bû, lê îro ev erk derbasî Asyaya Rojhilat (Çîn, Vîetnam, Hindistan) bûye. Avakirina hegemonyaya kûrewî ya Çînê dê bibe sedema hilweşîna DYA’yê. Ji bo pêşî li vê bigirin, li şûna reqabeta avaker, bi rêyên îlegal hewl didin pêşiya Çînê bigirin. Dema vê dikin jî dê pêşiya hevalbendên Çînê yên mîna Venezuela û Îranê bigirin. Belê, di dawiyê de dê dor were ser Çînê jî.”
‘XETA MOSKOVA-TEHRAN-ÇÎNÊ’
Ozkan diyar kir ku her ku reqabeta Rûsya-DYA û Çîn-DYA'yê zêdetir dibe û ev yek aliyan neçar dike ku li hemberî DYA’yê piştevaniyê bikin. Ozkan bi bîr xist ku beriya şerê Ukraynayê hevkariya Îran û Rûsyayê kêm bû û wiha got: “Piştî şerê Ukraynayê hevkariya Îran û Rûsyayê xurttir bû. Îranê dironên ku bi erzanî hildiberîne dan Rûsyayê. Hewldanên DYA’yê yên ji bo lawazkirina Rûsyayê û tunekirina Îranê, van her sê welatan nêzî hev dike. Em vê yekê bi aşkerayî dibînin.”
‘NIYETA ANÎNA DEMOKRASIYÊ TUNE YE’
Ozkan der barê rewşa gelên bêstatû de jî wiha axivî: “Li Îranê pirsgirêkên gelên cuda hene, lê li hemberî destwerdanekê derve bi fikar in. Dizanin ku DYA û Îsraîl ji bo gelan çareseriyê nayînin. DYA di mijara demokrasiyê de ne jidil e. Ger jidil bûya, dê pêşî alîkariya azadiya gelên herêmê bikira û dev ji helwesta xwe ya durû berdaba. Dê hewl bida demokrasiyê bîne welatên serdest ên ku bi wan re dost e. Riza Şah Pehlewî sekuler bû lê ne demokratîk bû, îşkence, kuştin, binpêkirinên mafan û girtin hebûn, lê ji bo DYA’yê ev ne pirsgirêk bû.”
‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ÇARESERIYEKE GIRÎNG E’
Ozkan destnîşan kir ku li Îranê gelên wekî Lur, Belûc, Kurd, Tirkmen û Azerî hene û bi şer demokrasi nayê nava van gelan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li şûna şer û destwerdanê, divê hêzekî azadîxwaz ava bibe. Li Îranê zemîna avakirina hêzekî demokratîk heye. Konfederalîzma demokratîk ji bo yekitiya gelan û jiyana hevpar dikare bibe alternatîfek. Nêrînên bi vî rengî ji aliyê Abdullah Ocalan û hin nivîskar û aktîvîstên din ve hatine ziman. Mînak, projeya Enîs Nakkaş ê Lubnanî jî nêzî konfederalîzma demokratîk e. Ew jî behsa hevkariyekê siyasî û aborî ya di navbera Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û Lubnanê de dike. Qala sîstemekî ku tê de sînor giringiya xwe winda dikin û hemû pêkhateyên etnîkî ji mafên xwe sûd werdigirin dike. Modela konfederazîlma demokratîk aAbdullah Ocalan jî dişibe vê. Ev rêya sêyem e û çareseriyeke gelekî girîng e.”
MA / Esra Solîn Dal