Êrişên li ser Îranê berdewam dikin: 12 leşker mirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên hewayî yên Îsraîl û DYA'yê yên li ser Îranê bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin ku di êrişa hewayî ya li Sineyê de 12 leşker hatine kuştin û li Îlamê jî avahiya kevin a polîsan hatiye hedefgirtin.

 
Li Sineyê, baregeha ewlehiyê ya “Şehremfer” ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hat bombekirin. Hat diyarkirin ku di encama teqîna bi moşek de, 12 leşker hatine kuştin û 44 kes jî birîndar bûne.
 
Birîndarên êrişê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Kewserê. 
 
Balafirên şer ên Îsraîl û DYA'yê li Îlamê jî êrişî avahiya kevin a polîsan kirin. Hat zanîn ku ev navend beriya 2 salan hatibû valakirin.