Li Amedê tundiya polîs û bekçiyan

  • rojane
  • 13:48 27 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Polîs û bekçiyan li Amedê welatiyek li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Welatiyê rastî tundiya polisan hat rakirin nexweşxaneyê. 
 
Di pêvajoya corona de polîs û bekçiyan li Amedê bi tundî welatiyek li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Polîs û bekçiyan li Kolana Ekinciler a Ofîsa Amedê welatiyek li erdê dirêj kirin û destê wî li pişt wî kelepçe kirin. Welatiyê rastî gef, tundî û neheqiyên polîs û bekçiyan hat, bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Polîsan berê li Nisebîn, Edîrne, Cizîr, Edene û gelek cihên bi lêdanê welatî binçav kiribûn.