Hevşaredarên Êlihê Demîr û Korkmaz hatin berdan

img
ÊLIH - Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin, hatin berdan.
 
Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku di 23’ê adarê de bi ser malê wan de hatibûn girtin û hatibûn binçavkirin, îro serê sibehê piştî îfadeyên xwe yên li emniyete sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê jî sewqî dadgehê hatibûn kirin. Li dadgehê her du hevşaredar jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat, hatin berdan.