Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Ocalan daket qadan

  • rojane
  • 15:34 28 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê piştî li Grava Îmraliyê şewat derke, ji bo bibin xwedî agahî, meşên girseyî lidar xistin û xwestin bibin xwedî agahî û daxuyanî bê dayîn. 

Piştî duh li Grava Îmraliyê şewat derket, li gelek bajarên Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn. Îro jî gelek rêxistinên partiyên siyasî û saziyên sivîl daxuyanî dan. 
 
ŞENGAL 
 
Gelê Şengalê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daket qadan û meşek girseyî li dar xist. Şengaliyan diyar kirin ku ew dixwazin tavilê agahî ji Ocalan bigirin. Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi sedan welatiyên Şengalê îro ji bo ku agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were girtin meşek li dar xistin. Meş li bajaroka Sinûnê pêk hat û nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarî meşê bûn.
 
MEXMÛR 
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî bihîstina agirê li Girava Îmraliyê derketiye, daketin qadan û bi meşeke girseyî helwesta xwe ya li hemberî bûyerê diyar kirin. Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) piştî bihîstin ku agir li Girava Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê girtin ketiye, ji heft salî heya heftê salî daketin qadan. Mexmûriyan bi meşek girseyî helwesta xwe li dijî polîtîkayên Tirkiye anîn ziman. 
 
HESEKÊ 
 
Bertekên gel ên der barê şewata li Îmraliyê de zêde dibin. Kongreya Star a kantona Hesekê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso daxuyanî li pêş Dibistana Fewaz Colî ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê xwend. Oso, diyar kir ku wan wekî Kongreya Star konê protestoyê yê şermezarkirina şewata li Îmraliyê veda û wiha got: "Em wek tevgera jinan vê şewata bizanebûn şermezar dikin. Ji ber ku ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk van kiryaran pêk tîne. Dewleta Tirkiyê her tim hewl dide hebûna me bi îxanetî têk bibe. Lê belê nikare. Bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan me tevger û hêza xwe ya demokratîk bi rêxistin kiriye. Dijmin ji tevgera jinan ditirse, ji ber ku jin fikra demokratîk li tevahî cîhanê tevî sûcên kirêt ên li dijî wê pêk tên jî, belav dike." 
 
Oso, anî ziman ku Tirkiye ji fikra demokratîk ditirse û wiha got: "Em jî aşiqê azadî û edaletê ne. Lê belê dijminên me vê yekê naxwazin. Şewata duh ku li Îmraliyê li nêzî girtîgeha rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, bi hedefa derbkirina vîn û hêza me ye. Lê ew çewt in. Ji ber ku Rêbertî di fikr û dilê me de ye. Me li ser fikr û felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin kiriye. Li dawiyê em wek tevgera jinan soz didin rêber Abdullah Ocalan ku dê li ser rêça şehîdan bimeşin û dê çalakiyên xwe heta bihîstina agahiyekê li ser tenduristiya Rêbertî bidomînin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî rêber Abdullah Ocalan” û şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk bi dawî bû.
 
SILÊMANÎ
 
Ciwanên Silêmaniyê li ser şewata ku li girava Îmraliyê derket çalakî li dar xistin. Ciwanan li ser çiyayê Azmar yê Silêmaniyê bi agir "APO" nivisîn. Ciwanan diyar kirin ku derketina şewatê êrîşeke li dijî Ocalan e. Ciwanan dan zanîn ku  ewê li dora Ocalan bibin xelekek ji agir û heta agahî ji Ocalan neyê girtin wê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ciwanan li ber agirê ku navê Ocalan pê nivisîbûn dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe’ avêtin.
 
Li aliyê din dê îro li Silêmanî, Seyîdsadiq, Kelar, Kerkûk  bi pêşengiya ciwanan meşek were li dar xistin. Wê li Hewlêrê jî meşeke girseyî ya bê lidarxistin. Li ser şewata ku duh li Girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan lê girtîye derket wê îro gelek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan meş bên lidarxistin.
 
Dem û cihê çalakiyên îro wiha ye;
 
Silêmanî: 18:30’an li Baxê Giştî pêk were.
 
Kelar: Saet 15.30’an li ber parka Leyla Qasim
 
Kerkûk: Saet 15.30’an li Bazara Penca Elî çalakiyek tê lidarxistin
 
Seyîdsadiq: Saet 15.30’an li gel Pira nav bazar
 
Hewlêr: Girseya gel wê saet 16.00’an li ber Îdareya Îqamê ya bajêr heya li ber avahiya NY’yê wê bimeşin.
 
Ji bo beşdariya meşê banga tevlêbûneke girseyî hat kirin.