Hediye Levent: Tirkiye an dê şer îlan bike, an jî dê ji Idlibê vekişe

  • rojane
  • 15:07 28 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Şevê din rejîma Sûriyeyê êrîşî yekîneyên TSK'ê kir û 33 eskeran jiyana xwe ji dest dan. Ev bû mijara niqaşan. Rojnameger Hediye Levent, diyar kir ku ne pêkan e Rûsya vê yekê nizanibe û wiha got: “Êdî li pêş Tirkiye 2 rê hene. An dê li dijî rejîma Sûriyeyê şer îlan bike. An jî dê hêza xwe ji Idlibê vekişîne." 

Walîyê Hatayê Rahmî Dogan, li avahiya Miduriyeta AFAD’ê ya Bajêr derberê êrîşa hewayî ya artêşa Sûriyeyê ya li Idlibê pêk hat de daxuyanî da. Walî Dogan aşkere kir ku 33 eskerên wan hatine kuştin. Operasyonên Rejîma Sûriye, Îran û Rûsya yên li dijî komên çekdar ên li Idlibê zêde dibin. Piştî êrîşa li dijî yekîneyên TSK'ê û 33 eskeran jiyana xwe ji dest dan, medya civakî hat qutkirin. Îro nerazîbûn, niqaş û bertek zêde bûn.  Nûnerên dewletan têkildarî mijarê daxuyanî dan. Têkildarî geşedanan li Idlibê û polîtîkayên Tirkiyeyê Rojnameger Hediye Levent nirxandin kir. 
 
Levent, bal kişand ser civîna di navbera rayedarên Rûsya û Tirk a li Enqereyê der barê Idlibê de li dar xistin û wiha got: "Xuya bû ku ji vê civînê tu encam dernakeve. Ji ber ku aliyên şer li Idlibê asê mane û nikarin xwe liv bidin, alozî zêde dibin. Êdî îhtîmala ku agirbestê îlan bikin tune. An Tirkiye dê li dijî Rejîma Sûriye şer îlan bike. An jî dê xwe ji Idlibê vekişîne. Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya li Idlibê gelek pêş ve çûye. Piştî Artêşa Sûriye li Idlibê pêşve diçe komên çekdar ên cîhatkar li koşeyekê asê mane. Li gorî peymana Soçî Tirkiyeyê 12  nokteyên çavdêriyê ava kirin. Piştre diviya bû Tirkiye komên çekdar ên cîhatkar ji wir derxistibûna. Lê Tirkiye li gorî peymanê gav neavêt. Niha 2 rê li pêş Tirkiye maye. An tê li dijî rejîmê şer bike. An jî dê xwe vekişîne. Tirkiye li gorî peymana Soçî li Idlibê 12  nokteyên çavdêriyê ava kirin. Niha 10 nokteyên çavdêriyê bi awayekî fîîlî ketine bin dorpêça artêşa Sûriyeyê. Tirkiye ji xeynî 12 nokteyan, nokteyên mabîl ava kirin. Li dora nokteyan esker bi cih kirin. Nêzî 30 nokteyên çavdêriyê ava kirin û eskerên xwe li dora wan bi cih kirin. Lê Rusya li gorî peymana Soçî çavê xwe ji vê meseleyê re negirt. Ji ber ku Tirkiye li Idlibê gav paşve neavêt di navbera Rusya û Tirkiye de rageşî zêde bû. 
 
 
Levent, anî ziman ku niha piştî vê êrîşê Rusya diyar dike ku wê nekiriye û artêşa Sûriye kiriye û wiha lê zêde kir: "Lê divê bê gotin ku operasyona Rejîma Sûriye ya li Idlibê bi îthîmalek mezin bi piştgiriya Rûsya hatiye kirin. Di operasyonê de Rusya û Artêşa Suriye koordîne dike. Ji ber vê yekê ne pêkan e mirov bêje agahiya Rûsya jê tune ye. 
 
 
DAXUYANIYÊN TIRKIYE RASTIYÊ NÎŞAN NADIN
 
Levend, bal kişand ser daxuyaniyên Tirkiye yên têkildarî êrîşên li Sûriye û wiha bi dawî kir: "Daxuyaniyên Tirkiye yên der barê windaniyên artêşa Sûriyeyê de rastiyan nîşan nade. Ev raqam şevê din ji aliyê medya hawiz de bi yek devî hat belavkirin. Bi van daxuyaniyan dixwazin cemaweriya nava xwe aram bikin. 
 
MA / Nacî Kaya