Xwendekarên zanîngehên li Silemaniyê piştgirî dan Rojava

  • rojane
  • 19:50 16 Cotmeh 2019
  • |
img
 
SILÊMANÎ - Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê, Zanîngeha Cîhan û Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê û mamostayan bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" çalakiyek berfireh lidarxistin û piştgirî dan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Xwendekaran banga boykotkirina malên Tirkiyeyê kirin.
 
Xwendekarên zanîngehên li Silêmaniyê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê şermezar kirin. Li Cadeya Salim a Silêmaniyê Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê, Zanîngeha Cîhan û Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê û mamostayan bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" çalakiyek berfireh lidarxistin û piştgirî dan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di çalakiyê de êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bi tundî şermezar kirin. Xwendekaran di çalakiyê de dirûşmeyên, "Na ji bo dagirkeriyê", "Em hemû li gel Rojava ne", "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" û bi sîrûda Ey Reqîb piştgirî dan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Li ser navê girseyê Sadat Ebdullah daxuyanî xwend û wiha got: "Peyama me Kurdan aştî û biryatiye. Lê, çawa berê destê dewleta Tirk di komkujiya Ermeniyan de bû, bi heman awayî dixwest gelê Kurd tine bike û ji nasnameya Kurd û Kurdistanê ditirse. Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo me xeta sor e. Herwiha li gel şermezarkirina dewleta Tirk, hewlesta navneteweyî jî şermezar dikin. Radigihînin ku eger keç û kurên Rojavayê singê xwe nekiriya mertal, hûnê bibûyan qurbanî. Lewma daxwazê ji mirovahiyê û azadîxwazan dikin pêşiya van êrîşan bigirin asteng û sînorekê ji bo danin."
 
Di çalakiyê de xwendekaran banga boykotkirina malên Tirkiyeyê kirin û gotin ku divê êdî ji Tirkiyeyê kelûpel neyên anin. Xwendekaran xwestin bimeşîn, lê asayîşê destûr nade. Xwendekaran bi xwendina sîrûda Ey Reqîb dawî li çalakiyê anin û belav bûn.