Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn

  • rojane
  • 09:39 22 Îlon 2019
  • |
img
WAN - Li Burhan Borak ê di sala 2014’an de ji ber 7 parvekirinên medya civakî doz lê hatibû vekirin, bi hinceta “heqaret li Serokkomar kirinê” 12 sal û 3 meh ceza hat birîn. Parêzer Cîhqan Durmaz, ev ceza weke “rekor” nirxand û got: “Di warî hiqûqî û wijdanî de jî ev ceza nayê qebûl kirin.” 
 
Burhan Borak ê  li Wanê dijî, di sala 2014’an de ji ber 7 parvekirinên medya civakî bi hinceta “Heqaret li Serokkomar kirinê” doz lê hat vekirin. Di doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin de, dadger ji bo her parvekirinê salek û 9 meh, bi giştî 12 sal û 3 meh ceza li Borak birî. 
 
'GELO WIJDANA WE REHETE?'
 
Burhan Borak ê 12 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, diyar kir ku hemû parvekirinên wî di çarçoveya azadiya ramanê de ye û wiha axivî: “Cezayek wiha giran teqez nayê qebûl kirin. Ez ji dozger û dadgerê ev ceza dan min dipirsin; Gelo wijdana we rehete? Derberê cezayê ji bo min hat dayîn de ezê serî li dadgeha bilind bidim. Ez hêvî dikim ku edalet bê  bi cih anîn.” 
 
CEZAYEK REKORÊ YE 
 
Parêzerê Borak Cîhat Durmaz jî, anî ziman ku cezayek giran dan muwekîlê wî û got: “Em vî cezayê wweke cezayê rekor dinirxînin. Em di vê baweriyê dene. Ji bo dosyeyên wiha herî kêm 2 sal ceza dibirin. Lê ji bo muwekîlê min 12 sal û 3 meh ceza birîn. Cihê vî cezayî di wijdan û hiqûqê de tuneye. Piraniya van parvekirinan, di çarçoveya azadiya ramanê de tên nirxandin.”
 
‘EV REXNEYE’
 
Durmaz, da zanîn ku muwekîlê wî ji bo Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû parvekirina “Ligel ku ew di koltuxê serokwezîriyê de rûniştiye jî, Recep Tayyîp Erdogan wî weke kukla li wê derê daye rûniştin” kir, ceza lê hat birîn û wiha bilêv kir: “Ev rexnekeye. Daxuyaniyên Ahmet Davutoglu yên herî dawî di çapemeniyê de derketin jî li holê ne. Ew bi xwe jî dibêje, wî serokwezîrtî nekiriye. Ji ber vê yekê ev ceza bêhiqûqiye û tu hinceta vê cezayê nînê. Dîsa hikmê muwekîlê min taloq nekirin. Ev nayê qebûl kirin.”
 
MA / Mujdat Can