Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG

  • rojane
  • 09:06 22 Îlon 2019
  • |
img

AMED – Xêzekovara bi kurdî "ZRÎNG" dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê Karîkatursaz Dogan Guzel got, ew kovareke wisa derdixin ku kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rihetî karibe rûpelên wê li hev bixe, xwe pê egle û eware bike. 

 
Xêzekovara bi kurdî "ZRÎNG" ku bi sêwirandin, vegotin û dîtbariyeke xweser çîrokan vedibêje, dest bi weşanê dike. Edîtorê kovarê Karûkatursaz Dogan Guzel e. Kovar ji 32 rûpelan pêk tê û wê mehê carekê bê weşandin. Hejmara ewil a ZÎngê wê di meha Cotmehê de derkeve. Edîtor Guzel, bilêv kir ku hejmara ewil ji bo weşandinê amade ye. 
 
BI KURMANCÎ Û KIRMANCKΠ
 
Guzel, destnîşan kir ku li benda îmtiyazeke pozîtîf a xwendevanên kurdî ne û got: "Em kovareke bi kurdî derdixin. Hem jî bi kurmancî û kirmanckî. Em bawer dikin, gelek kesên ku pir tiştên xêzikî û mizahî naxwînin jî, lê sirf ji ber ku bi kurdî ye wê destekê bidin me. Ew ê bi îmtiyazeke pozîtîf ber bi me ve bên û em ê jî hewl bidin ku vê qenciya wan berba nebe. Li gor melûmatên li ber destê me, wisa dixuyê ku wê ev kovar ne kovareke xirab be." 
 
‘WÊ XWE PÊ EGLE Û EWARE BIKIN' 
 
Guzel, diyar kir ku hêvîya wan ew e ku kovara wan ligel tevkariya xwe ya ji bo ziman, ew tirsa ji bo ziman jî bişikîne û got: "Ez behsa tirsa kurdan a ji bo kurdî dikim. Behsa wan xwendevanên dikim, ku berê gava kovar, pirtûk û rojnameyên derdiketin bi heyecan dikirîn, lê di rûpela sisêyan de hêvîşekestî û çavtirsî dibûn. Divê em barê wan hevalan sivik bikin. Divê em kurdî, derxînin derveyî wê qada ku tenê ya dilektiyên ziman in. Em behsa zimanekî dikin ku kurdekî li qehwexaneyê rûniştî bi rihetî bikaribe li hev bixe û xwe pê egle û eware bike. Em behsa Kurdistanê dikin, bihuşta qehwexaneyan, eger her qehwevan tenê yekê bikire û deyne qehwexaneya xwe, wê pişta me negihê erdê." 
 
Guzel, bilêv kir ku kovargerî bi pereyên mezin nayê kirin û got: "Me plansaziyek kiriye, ji bo 5 hezaran. Lê eger hûn karibin vê yekê di ser tora belavakriyê ya kurdî re bikin, hûn ê li ser piya bisekinin. Ji bo niha ev mimkun e." 
 
‘EM JÎ LI VIRA NE' 
 
Guzel, anî ziman ku demek dûr û dirêj e dev ji karê kovargeriyê berdabûn, lê belê vê carê hêvî dikin ku ji bo çixêzkarên nû şert û mercan çê bikin û got: "Êdî em jî li vira ne." 
 
MA / Lezgin Akdeniz