Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere

  • rojane
  • 09:15 18 Tebax 2019
  • |
img
AMED - Halîse Aksoy a ji bo cenazeyê kurê xwe Agît Îpek ê di sala 2017'an de li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest da wergire serî li her derê da. Herî dawî du meh berê ji bo testa DNA'yê xwîn dabû Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê lê ji encamên testa DNA'yê tiştek derneket. 
 
Agît Îpek, di 23'yê Gulan a 2017'an de li Dersimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Îpek jiyana xwe ji dest da malbata wî ji bo cenazeyê wî wergire tev geryaç Lê belê, 2 sal in malbat hîn cenazeyê wî wernegirtiye. Dayika wî Halîse Aksoy, ji bo cenaze wergire serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Meletiyê û Serdozgeriya Komarê ya Dersimê da. Lê belê 2 sal in hîn jî cenazeyê kurê xwe wernegirtiye. 
 
Di meha Hezîranê de xwîn ji dayik Aksoy hat girtin û hat gotin ku cenaze li ATK'ya Stenbolê û wê xwînê bişînin Stenbolê. Dayik Aksyo, bilêv kir ku tiştek ji encama testa DNA'yê ya ATK Stenbolê jî derneketiye. 
 
NEHIŞTIN CENAZE TEŞHÎS BIKE 
 
Piştî tiştek ji testa DNA'yê ya ATK'a Stenbolê derneket, dosye careke din şandin Dersimê. Li ser vê bi rêya parêzeran ji dayik Aksoy re hat gotin ku divê biçe Dersimê. Her wiha Aksoy ji bo teşhîskirina cenaze Aksoy ji xwişk û birayên xwe yên Stenbolê xwest cenazeyê li ATK'a Stenbolê teşhîs bikin lê belê bi hinceta cenaze xera bûye û nayê naskirin nehiştin cenaze bê teşhîskirin. 
 
Aksyo, bilêv kir ku roja duşemê wê biçe Dersimê û li aqûbeta cenazeyê kurê xwe bipirse. Dayik Aksoy, diyar kir ku eger tiştek ji vê jî dernekeve ew ê îdiayên ku tên gotin cenaze li devereke Xozatê hatiye veşartin dîs alêkolîn bike û heta cenazeyê kurê xwe nebîne wê nesekine.