Lîstîka ‘Xwazgînî’ bi Cizîriyan kêliyên bikêf da jiyîn

img

ŞIRNEX - Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê di çarçoveyê kampanyeya “Nebe muptela, azad bibe” de, li Cizîrê lîstika “Xwazgînî” ya bi Kurdî pêşandanî Cizîriyan kir û şano rastî eleqeyek mezin hat. 

 
Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîr a Şirnexê, di çarçoveyê kampanyeya “Nebe muptela, azad bibe” de li Cizîrê şanoya “Xwazgînî” ya bi Kurdî pêşkêşî Cizîriyan kir û lîstîk rastî eleqeyek mezin a gel hat. Şano li Mala Dengbêjan a Botanê ya girêdayî Şaredariya Cizîrê hat pêşandan. Rêveber HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredarên Sîlopî û Cizîrê û gelek welatî beşdarî pêşandana lîstikê bûn. Meclîsa Ciwanan pankartên “Ji Cudî heya Heskîfê Ciwan Xwezayê Di Parêzin”, “Jinên Ciwan Li Diji Faşîzma Zilamsalarî Serî Hildidin”, “Ji bilî me wê tu kes qezenc neke” û “Me bi ciwantî dest pê kir û emê bi ciwantî qezenc bikin” bi salona şanoyê ve kirin.
 
Ciwanê û Welatiyên Cizîrê bikeyfxweşî lîstika “Xwazgînî” ya ji aliyê Koma Şanoyê ya Amedê ve hat pêşandan temaşe kirin. Welatiyan piştî pêşandana lîstîkê, li ser piyan li çepikan xistin.  
 
Piştî pêşandina şanoyê, taximên di turnûvaya fitbolê ya ji aliyê Meclîsên Ciwanan ve hatibû lidarxistin de qezenc kiribûn, xelatên wan hatin dayîn û dûre şahî bi dawî.