Ji bo pêşxistina muzîka kurdî derdikevin rê

  • rojane
  • 15:18 27 Hezîran 2019
  • |
img

AMED – Akademiya MA Muzîkê ya piştî girtina Konservatuara Aram Tîgran hat vekirin, sibê 35 xwendekarên xwe mezûn dikin. Ji mamosteyên akademiye Şêrko Kanîwar got xwendekarên wan dê yek bi yek bibin dibistan û ji bo pêşxistina muzîka kurdî dê derkevin rê. 

Di bin banê Şaredariya Amedê de di sala 2010’an de Konservatuara Aram Tîgran hatibû vekirin. Piştî tayînkirina qeyûm hatibû girtin. Mamosteyên konservatuarê hatin gel hev û ji bo pêşxistina muzîka kurdî di sala 2016’an de Akademiya MA Muzîkê vekirin. MA Mûzîk dibistanek muzîka kurdî ye. Bi 490 şagirt û 150 şagirtên dersa akademîk digirtin derketin rê. Bi çar zimanan perwerdehiya muzîkê da û Koroya Jinan jî daye avakirin. Li vir dersên wek erbane, keman, piyano, kemençe, santûr tay, tembûr û gellek amûrên din tên dayîn. MA Muzîkê tevî hemû derfetên kêm jî ders dan şagirtên xwe û piştî perwerdehiya 4 salan dê şagirtên xwe mezûn bikin. 
 
‘MA MUZÎK PEYAMEK BÛ’ 
 
Ji mamosteyên Akademiya MA Muzikê Şêrko Kanîwar da zanîn ku ew li MA Muzîkê ji sala 2017’an ve xebatên ji bo pêşxistina muzîka kurdî pêk tînin û got: “Her tim gelê kurd bi polîtîkayên pişaftinê re rû bi rû maye. Di vê pêvajoyê de Akademiya MA Muzîkê peyamek bû. Çi dibe bila wê zarokên vî gelî bi zimanê dayika xwe û muzîka kurdî perwerdê bibînin. Ev jî peyamek e li hember her kesî. MA Mûzikê nefes da her kesî û ji bo her kesî bû hêvî. Dema me dest da destê hev me dît ku em belav nebûne.” 
 
Kanîwar anî ziman ku 10 sal in perwerdehiya akademiye didome û li ser ziman û çanda kurdî dixebite û ji gellek bajaran şagirt beşdarî akademiya wan bûne. Kanîwar got wan bi desteka xelkê akademiya xwe birêve birin. 
 
‘ŞAGIRTÊN ME DÊ JI BO MUZÎKA KURDÎ DERKEVIN RÊ’ 
 
Kanîwar da zanîn ku wan bi piştevaniya mamosteyên ji Rojhilat, Rojava, Başûr û ji Ewrûpa hatine akademiya xwe bi serkeftî birêve birine û got: “Şagirtên me sibê mezûn dibin. Her şagirtek me dê bibin dibistanek û ji bo muzîka kurdî derkevin rê. Wê ji bo pêşxistina zarokên kurd dê perwerdehiya muzîkê bidin. Me soz dabû ku em ê zarokên xwe bêmuzîk nehêlin. Divê şagirtên me mezûn dibin zarokên nifşên nû bêmuzîk nehêlin.” 
 
‘DÊ MALBAT ŞAHIDIYA BERXWEDANA ZAROKÊN XWE BIKIN’
 
Kanîwar anî ziman ku dê sibê şagirt di merasîma mezûniyetê de performansa xwe bidin nîşandan û got: “Dê di merasîmê de malbatên me bi ser bilindi bibin şahidê berxwedan û performansa zarokên xwe.”
 
LI AKADEMIYÊ FÊRÎ ZIMANÊ DAYIKA XWE DIBE 
 
Vedat Sevîm yek ji şagirtên dê mezûn bibe ye û ji Edeneyê hatiye akademiye. Sevîm diyar kir ku ev 4 sal in perwerdehiyê li vê akademiye dibîne û got: “Dema ez hatim vir min qet bi kurdî nizanibû. Lê ez fêrî ziman û çanda xwe bûm. Ez fêrî santûrê bûm. Ez êdî dikarin santûrê nîşanî her kesî bidim. Santûr di muzîka kurdî de xwedî cihek xwe yê taybet e. Ez dikarim bêjim ku li vir xeyalên min bi ser ketin.” 
 
JI BAVÊ XWE FÊR DIBE Û DERDIKEVE RÊ 
 
Sarya Ertaş a ji 12 saliya xwe ve li akademiyê li ber kilamên bavê xwe Axîn Ertaş mezin dibe û sibê mezûn bibe. Ertaş a bi lêdana kemanê derdikeve rê û dê piyanîst mezûn bibe û wiha dibêje: “Êdî her yek ji me dibistanek muzîka kurdî ye. Em di muzîka kurdî de xeyalên xwe pêk tînin. Ji bo em li her bajarekî dibistanan vekin û muzîka kurdî li pêş bixin em ê derkevin rê.” 
 
TEMENÊ XWE DAN MUZÎKA KURDΠ
 
Merve û Şîlan Oner ên xwişkên hev jî 7 sal in li akademiye perwerdehiyê dibînin. Yek jê di 17 saliya xwe de û ya din jî dê di 18 saliya xwe de sibê mezûn bibin û li tembûrê didin. Oner ên xwişkên hev gotin ew ê muzîka kurdî bibin nav civakê û ji gel re xizmeta muzîkê bikin. 
 
Akademiya MA Muzîkê dê sibê saet di 19.00’an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma mezûniyetê li dar bixe. 
 
MA / Ozgur Paksoy – Rûken Demîr