Bayrak: Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be

  • rojane
  • 10:25 27 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Dîroknas Mehmet Bayrak diyar kir ku HDP bi rola ku girtiye ser xwe rê ji hemû partiyên siyasî re vekiriye û wiha got: "Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be."

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rola ku di Hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê girt ser xwe, mohra xwe li siyaseta Tirkiyeyê da. Zêdebûna dengên namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglû yên li navçeyên ku kurd lê zêde ne, careke din girîngiya HDP û kurdan bi bîr xist. HDP'ê bi "Stratejiya Rêya Sêyemîn" ku nebû aliyê tifaqa AKP-MHP'ê ku li ser tekparêziyê hat avakirin û tifaqa CHP-IYÎ Partî ku eniya netewperest serkêşiya wê dike û Partiya Saadetê piştgirî dayê, siyaseta Tirkiyeyê beralî kir. 
 
Lêkolînerê Dîrok û Çanda Kurdan Mehmet Bayrak bal kişan ser vê rola diyarker a kurdan û wiha got: "Dost û dijmin tev zane ku ev hilbijartin bi saya kurdan hat qezenckirin."
 
'HERKES PARA KURDAN ZANE'
 
Bayrak diyar kir ku di çarçoveya "Stratejiya Rêya Sêyemîn" de kurd helwesteke bi rûmet nîşan dane û ev tişt anî ziman: "Armanca bingehîn a kurdan a hilbijartinê demokrasî ye. Ji bo kurdan pirsgirêk demokrasî bû. Wiha jî bû. Ji ber vê sedemê kurdan xeteke bi rûmet xêz kir û piştgirî da namzetê ku dikarin di niqtoyên hevpar da bigihîjin hev. Ev tenê ne ji bo Stenbolê, di serkeftina CHP'ê ya hemû bajarên mezin de para kurdan heye, ev yek ji aliyê herkesÎ ve jî tê zanîn û mafê kurdan tê teslîmkirin." 
 
 
'KURD DI XETA RAST DE NE'
 
Bayrak destnîşan kir ku hemû pirsgirêk di zanebûna dîplomasiyê re derbas dibin û wiha pêde çû: "Min dema Rojava û Efrîn got, 'cara yekemîn kurd ji bo xwe şer dikin'. Lewre wê demê Tirkiye ji aliyekî, rêveberiya Suriyeyê ji aliyekî ve û hin hêzên cuda jî ji aliyekî hewl didan kurdan bikişîn cem xwe. Lê kurdan daxwazên her du aliyan jî red kir û ji bo xwe ketin şer û serkeftî ji vî şerê derketin. Bi rastî jî hemû pirsgirêk zanebûna dîplomasiyê ye. Divê berjewendiyên kurdan û parên hevpar ên eniya demokrasiyê derkevin pêş. Baş bikaranîna dîplomasiyê ji bo kurdan gelek girîng e. Ji ber vê sedemê li civaka ku lê ne divê nukteyên demokrasiyê yên hevpar da bigihîjin hev û polîtîkayeke mafên demokratîk ên kurdan diparêze bişopînin. Wek mînaka AKP'ê ji bo careke din di hilbijartinan de bi ser keve, ji Zanîngeja Tunceliyê kesekî tu kes nizane kî ye şandin cem Ocalan ku 8 sal bûn nedhiştin kes pê re hevdîtin pêk bîne. Bi vê yekê xwestin careke din kurdan bi kar bînin. Lê kurdan ji ber tiştên ku jiyane ders derxistine, nehatin lîstikeke bi vî rengî. Piştgiriya cihê ku diviyabû piştgirî bidanayê kirin û encameke baş jÎ girtin. Ev yek jî nîşan dide ku kurd di xeteke rast de dimeşin. 
 
'HDP JI BO TIKRIYEYÊ SIÛD E'
 
Bayrak da zanîn ku HDP'ê bi rêya ku şopandiye û statejiya xwe ji bo civaka Tirkiyeyê roleke girîng lîstiye û ev tişt gotin: "Lewre ji bo hemû kesên ku pêwistiya wan bi demokrasiyê heye siyaset dike. Bi awayekî germ li pirsgirêka kurd dinêre û dê demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê li derdora çêbûneke ku maf û azadiyê ji kurdan re bîne kom bûne. Niha hêza herî mezin maf û mafdarî ye. Kurd mafdar in. Mafê xwe yên mirovî û demokratîk dixwazin. Di vê wateyê de ji bo hatine demokrasiyê ya Tirkiyeyê, çareserî ew e ku di çarçoveya demokrasiyê de di serî kurd, hemû netewe û bawerî maf û azadiya xwe bigirin. Pêşeroja Tirkiyeyê jî girêdayî vê yekê ye." 
 
MA / Selman Güzelyüz