Erdogan: Ez nizanim ku bi bultena sor li Osman Ocalan digerin

  • rojane
  • 22:35 26 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, beriya ji bo tev li Zîrveya G-20 bibe biçe Japonya pirsa rojnamegeran tevlêbûna Osman Ocalan a TRT Kurdî got: "Ez nizanim ku bi bultena Sor li Osman Ocalan digerin." 

 
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan beriya ku biçe Japonya û tev li civîna Zîrveya G-20'an bibe pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, têkildarî tevlêbûna Osman Ocalan a TRT Kurdî ya beriya hilbijartina 23'ê hezîranê pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan: "Hûn rastiyê bixwazin ez jî nizanim ku bi Bultena Sor li Osman Ocalan digerin. Lê serî li TRT'ê daye û rêveberiya TRT Kurdî biryarek wisa daye. Ev yek hevalên me yên TRT'ê dizanin. Ez di vê mijarê de ji hevalên me yên TRT'ê bawer im." 
 
Erdogan, têkildarî nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wiha got: "Kijan sazî li gorî kişand şertan wê bixebitin ev bi zagonan diyar e. Ji bo kesên li girtîgehê girtî kijan sazî destûr dide? Wezareta Dadê. Serî li Wezareta Dadê dane û gavek wisa hatiye avêtin. Mît û wezaret kengî destûr bide kê li gorî zagonan dinirxîne û biryarê dide. Wezaretê jî gavek wisa avêtiye û biryar daye.