Hunermend Çiya: Gotin 'Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya rêxistinê ne'

  • rojane
  • 09:16 26 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Solîstê Koma Gulên Xerzan Çiya Şenses, bilêv kir ku di demên dawî de zêde zext û zorî li ser hunermenên NÇM'ê hene û polîsan di dema binçavkirinê de jê re gotine: "Şert û mercên we yên jiyanê tune ne. Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya terorê ne." 

Di 18'ê Hezîranê de polîsan avêt ser mala Solîstê Koma Gulên Xerzan Çiya Şenses a li Gazîosmanpaşa ya Stenbolê û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin. Şenses, ji ber stranên xwe yên li pîrozbahiya Newroza 2018'an a li Enqere û Xarpêtê û hin çalakiyên HDP'ê û hin sendîkayan hat binçavkirin. 
 
JI BER STRANÊN KURDΠ
 
Şenses, bilêv kir ku di demên dawî de doz li hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) tên vekirin û gef li wan tên xwarin. Şenses, anî ziman ku polîsan gef lê xwariye û jê re gotiye: "Şert û mercên we yên jiyanê tune ne. Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya terorê ne." Şenses, got: "Ev operasyonek e siyasî ye. Em dizanin bi fermanê em girtine. Li Enqereyê di şahiyekê de teknîkê girtin. Sirf ji ber em hunermendên birêxistinkirî ne." 
 
'HUNERMENDÊN NÇM'Ê BIRÊXISTINKIRÎ NE' 
 
Şenses, bilêv kir ku divê di vî warî de xwedî li hunermendan û saziyên xwe derkevin û got: "Ev operasyon ji bo asîmlekirin û tunekirinê tên kirin. Ev operasyon berên polîtîkayeke li dijî kurda ne." Şenses, destnîşan kir ku zext û zoriyeke mezin li ser hunermendan heye û di ehr konserê de bi gelek lêgerînan re rû bi rû dimînin. Şenses ku got "em hunermendên birêxistinkirî ne" û got: "Em tevî gel tev digerin. NÇM, êş û azar, şahî û xweşiyên gel bilêv dike. Em jî ji nav vî gelî derketine û loma pêkanînên bi vî rengî ferz dikin. Hunermendên TRT jî strana 'Serhildan Serê Çiya' dibêjin. Ji bo wan tiştek nabe, lê dema em dibêjin doz li me tên vekirin. Lê bi vî awayî nikarin me bitirsînin. Di vê qadê de heta niha gelek bedêl hatine dayîn. Wê xebatên me bidomin. Em natirsin. Em dizanin em ê çawa tev bigerin û çi bibêjin."