Çalakgerên Mertalên Zindî ji Qendîlê banga piştgiriyê kirin

  • rojane
  • 12:41 16 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Herêma Federe ya Kurdistanê li Bnarê Qendîlê li dijî operasyonên TSK'ê yên li herêmê bûn mertalên zindî û bang li ciwanan kirin ku piştgiriya wan bikin û beşdarî çalakiyê bibin.
 
Li Bnarê Qendîlê çalakiya mertalên zindî ya ciwanên Herêma Federe ya Kurdistanê ya li dijî operasyonên TSK'ê ya li ser xaka Xakurkê di roja sêyemîn de bi biryardarî berdewam dike. Çalakiya mertalên zindî, li herêmên tên bombebaran kirin û operasyon heye, ji bo pêşî li hewldanên operasyonan bigirin û êrîşan bidin rawestandin bûn mertalên zindî. Çalakgerê mertalê zindî têkildarî çalakiyê ji ajansa RojNews'ê re axivîn. Mertalê Zindî Agrîn Başûr ji bajarê Kerkûkê beşdarî çalaliyê bû û diyar kir ku Tirkiye bi alîkariya hinek hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li sînorên Herêmên Parastina Medyayê dest bi operasyonê kiriye û got: "Divê gelê Kurd hest bi metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk bike. Divê gelê Kurd xwedî helwest be."
 
Çalakger Rêjwan Omer jî, ji Qendîlê bang li hemû ciwanan kir ku li dijî operasyonên Tirkiye beşdarî çalakiya mertalên zindî bibin û got: "Dewleta Tirk ne tenê şer li dijî PKK'ê dike. Şerê tevahiya gelê Kurd dike. Divê em çalakiyên xwe berfireh bikin. Mertalên zindî li herêma Bradost û cihên din jî çêbikin."