Dayikên bi zarokên xwe re hevdîtin kirin: Êdî tecrîdê rakin

  • rojane
  • 14:16 16 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL-Malbatên ji bo ku piştgirî bidin zarok û xizmên xwe yên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de, piştî ku li Girtîgeha Umraniye hevdîtin bi zarokên xwe re pêk anî, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, li ber girtîgehê bang li hemû kesan kirin û xwestin tecrîd rabe. 

Malbatên ji bo ku piştgirî bidin zarok û xizmên xwe yên li dijî tecrîda li Îmraliyê d greva birçîbûn û rojiya mirinê de, piştî ku li Girtîgeha Tîpa T a Umraniye hevdîtin bi zarokên xwe re kirin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên piştî hevdîtina zarokên xwe, ligel hemû astengiyên polîsan jî çalakiya rûniştinê li dar xistin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Umraniye û gelek parêzeran piştgirî dan malbatan. 
 
Polîsan piştî demek kurt êrîşî malbatan kirin. Malbatên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan dan, wiha got: “Em ji bo zarokên xwe li virin. Em naxwazin ew bimirin.” Polîsan jî ji malbatan re gotin çalakî qedexeye û destûr nedan ku malbat çalakiya xwe dewam bikin. 
 
‘WERIN PIŞTGIRÎ BIDIN ME’
 
Ji ber ku polîsan destûr nedan, xizma girtiyekê Ayşe Yavûz, daxuyanî da û wiha got: “Berî demek kurt em ji hevdîtinê derketin. Heya ku tecrîd ranebe, zarokên me dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin. Wisan difikirin ku dê me bitirsînin, lê em qet natirsin. Êdî bila ev tecrîd rabe. Werin piştgiriyê bidin me û li vê derê li gel me bin.”
 
Polîsan di dema çalakiya rûniştin û daxuyanî dayîn de, destûr nedan ku rojnameger wêne û dîmenan bikêşin."