'Bi girî ji ser sifrê radibim'

  • rojane
  • 09:13 25 Nîsan 2019
  • |
img

ŞIRNEX – Zekiye Başak ku keça wê Ayfer Başak 56 roj in di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku li malê nikare xwarinên ku keça wê jê hez dike çêbike û got: "Bi girî ji ser sifrê radibim." 

Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Xizmên girtiyan xwestin rojek berî rojekê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. 
 
'HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE' 
 
Ayfer Başak (31), li Girtîgeha Baybûrtê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Başak, di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê hatiye girtin û 12 sal ceza lê hatiye birîn. 
 
Dayika wê Zekiye Başak, dyar kir ku keça wê gotiye: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike." 
 
'NIKARE XWARINÊ ÇÊBIKE' 
 
Başak, anî ziman ku piştî keça wê ketiye greva birçîbûnê xweşikî nikare wxarin bixwe û got: "Êdî li malê nikarim xwarinên ku wê jê hez dikirin çêbikim. Her ku li ser sifrê rûdinêm ew tê bîra min. Bi girî ji ser sifrê radibim. Divê êdî kes bêdeng nemîne. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Êdî bila mesele bê helkirin û zarokên me jî dev ji grevê berdin. Keça min ji bo aştiyê di greva birçîbûnêd e ye. Em naxwazin tiştek bê serê zarokên tu kesî jî." 
 
KURÊ WÊ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE 
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê jî ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye yek jê Lokman Danerî ye. Danerî, 3 sal in girtiye û ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Saniye Danerî wexta ew bi telefonê diaxivin ji dêvla ku ew moralê kurê xwe baş bikin, kurê wê moralê wan baş dike. Dayik Danerî, diyar kir ku di hevdîtina dawî de kurê wê gotiye: "Dayê meraqa me nekin. Em baş in. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike." 
 
Dayik Danerî, xwest rojek berî rojekê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. 
 
MA / Berîvan Altan