AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin

  • rojane
  • 16:55 19 Sibat 2019
  • |
img

QERS/ÎDIR - AKP’ê li Îdir û Qersê ji ber xurtbûna HDP’ê namzetên xwe yên şaredariyê bi paş ve kişand. AKP wê piştgiriyê bide MHP’ê. Namzetê Hevşaredarê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku ji sindoqan rev encama birêve birêve birina xerabe. Namzetê Hevşaredarê Îdîrê Yaşar Akkûş jî, got gel dê vê lîstûkê têk bibe.

 
AKP’ê li Îdir û Qersê ji ber xurtbûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzetên xwe yên şaredariyê bi paş ve kişand. AKP dê piştgiriyê bide MHP’ê. Namzeta ‘Tifaqa Cûmhûrê’ jî Çetîn Nazîk ê MHP’î ye.
 
Namzetê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen got ku “Ev tê wê wateyê ku ji bo HDP bi ser nekeve, AKP û MHP hatin gelhev. Lê ev bajar wê hesaban ji wan bipirse. AKP’ê xwe ji sindoqê vekişand û ev tişt diyar dike ku ew berpirsê vê rêveberiya xerab e.
 
AKP'Ê  LI ÎDÎRÊ JÎ NAMZETÊ XWE PAŞ VE KIŞAND
 
AKP’ê li Îdirê jî namzetê xwe bi paş ve kişand. Piştî ku Seroka Giştî ya ÎYÎ PARTÎ Meral Akşener bangî AKP û CHP’ê kiribû ku bila li ser namzetekî li hev bikin, AKP wê piştgiriyê bide namzetê MHP’ê.
 
Namzetê Hevşaredariya Îdirê yê HDP’ê Yaşar Akkûş got ku “Feraseta sereke ya li vir ev e ku, ji xeynî Kurdan kî bi ser dikeve, bila bikeve. Lê em ê vê plana wan pûç bikin.”