Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma HDP'ê ya li Meclîsê jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Temelî, diyar kir ku Leyla Guven li dijî tecrîdê 97 rojin bedena xwe daye ber birçîbûnê û wiha got: "Em soz didin ku teqez emê bi ser bikevin. Teqez em dê tecrîdê bişkînin. Leyla Guven bi tena serê xwe rûpûşa hikûmetê istiye. Îro buhayê îsot û firengan bi buhayê guleyan muqaseye dikin. Ev nîşan dide ku dixwaze îktîdara xwe bi şer biparêze. Teqez em ê bi ser bikevin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma xwe ya meclîsê pêk anî. Malbatên zarok û xizmên wan li girtîgehan ketine greva birçîbûnê ji bo daxwazên xwe bînin ziman û tev li koma HDP'ê bibin xwestin biçin Enqere li ketina Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Di civîna Koma HDP'ê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezaî Temellî çalakiya greva birçibûnê û geşedanên hefteyê nirxandin.  Temellî, ewil hemû kesên li salonê amade bûne û malbatên ku ji Edene, Mêrsîn, Amed û Stenbolê ketin rê û xwestin tev li koma HDP'ê bibin silav kir. Temellî, anî ziman ku astengkirina malbatan nişan dide ku hikûmet çiqas ji aştiyê ditirse û wiha got: "Ez we tevan silav dikim. Di nava me de mêvanên pir bi qîmet hene. Wan ji silav dikim. Ne li virin, lê di nava me de ne. Malbatên ji Mêrsin, Edana, Stenbol, û gelek bajarên din hatin, xwestin tev li koma partiya me bibin, lê di ketina rê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji wan re got 'îro hûn nikarin têkevin Enqereyê' Çima ji ber ku dê îro beşdarî civîna koma HDP'ê bûbûna. Em li vir sozê didin Leyla Guven. Teqez emê bi ser bikevin. Ji bo tecrîd bişkê Leyla Guven 97 rojin di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven maskeya rejîmê xistiye. Nîşanî hemû cîhanê da ku bi tena serê xwe çawa dikare bi tenê rejîma Erdogan hilweşîne. Her ku lokmeya naxwe, dibe tirsa rejîma faşîzm. " 
 
 
'IRMAK Û TUNCEL DIBÊJIN BÊDENG NEMÎNIN' 
 
Temellî, bal kişand ser greva girtiyên li zindanan ketine grevê û wiha axivî: "Hevrêyên me yên Strasbourê 58 rojin di grevê de ne, Selma Irmak Sabahat Tuncel 28 roj di grevê de ne. Ji me re dibêjin bêdeng nemînin bes e. Em bêdeng namînin. Em dê bêtir dengê xwe bilind bikin. Dibêjin ji tecrîda Îmraliyê ku dibe sedema tecrida hemû welatî bêdeng nemînin. Em soz didin. Heta ku em tecrîdê bişkînin em dê bêtir bang bikin. Em carek din bang li muxalefetê dikin. Hûn nikarin vê berxwedanê nebînin. Hûn nikarin bêdeng bimînin. Gelê Tirkiye ji we dixwaze ku hûn jî dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin sibê bêtir ronî û azad be. Mifteya vê yekê jî bi şikandina tecrîdê pêkan e. Li vî welatî hemû kesên ji aştî, demokrasî ûazadiyê bawer dikin divê her kes dengê xwe tev li dengê çalakgerên greva birçîbûnê bikin." 
 
'TECRÎD LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR LI HEMÛ WELAT BELAV BÛ' 
 
Temellî, bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser gelên Tirkiye û wiha pêde çû: "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, li karkerê di grevê, karkerê zeviyan û înşaetê û hemû qadên civakê û welat belav bûye. Siyasetmedarên ku îro dengê xwe nakin, dibin şahid ku welat ber bi zinar ve digindir e. Ji roja tecrîdê dest pê kiriye, hemû tiştên ku birêz Ocalan qal kiribû yek bi yek pêk tê. Faşîzm dibe rêxistin. Şer bêtir kûr dibe. Erdogan ji bo qoltixa xwe hevalê herî nêzîkî xwe jî tasfiye kir. Bal kişand ser hewldana darbeyê ew jî pêk hat. Bal kişand ser rejîma avakirina dîktatoriyê ew jî pêk tê. Diyar kir ku ev dê bandorê li ser hemû welatiyan bike wisa dibe. Welatî xist bin deynan. Me got, destnedayina parlamenteran ne tenê li dijî me, li dijî hemû siyasetê ye îro wisa ye. Bê hiqûqî me got ji bo hemû welatî ye, îro wisa dibe. Îro li ser şano jî sansurê dike. Valî biryar dide ku dê lîstikên biyanî nikaribin wergerî kurdî bikin. Îro xuya dibe ku tecrîda li ser îmraliyê bandora xwe li hemû welat dike. Bi tecrîda Îmraliyê welat têk diçe. Em bang li hemû welat dikin, li dijî tecrîdê derkevin. Em dibêjin tecrid sûçê mirovahiyê ye. Em bi hevre ji tecrîdê re bêjin raweste. Em dixwazin demek berî demekê malbat û parêzer bi Ocalan re hevditin bikin. Daxwazên HDP'ê li ber çavan bigirin. Ger ku hûn vana li ber çavan nekin welat dê bêtir paşve biçe. Êrîşên li ser kurd, jin, ciwan, elewî, fireng, bacan û îsotan berdewam bike. " 
 
'DI BIN HEMÛ PEYVÊN ÎKTÎDARÊ DE XWÎN HEYE' 
 
Temellî, daxuyaniyên Serokomar Erdogan jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Erdogan li heramberî buhayê îsot û bacanan ji gel dipirse 'Guleyek bi çiqas pere ye?'. Çandinî, sewalkariyê îflaz kiriye. Polîtikayên neolîberal welat xistiye bin înflasê. Niha dor hatiye amûrên paqijiyê. Dixwazin mudaxaleyî amûrê paqijiyê bikin. Ger ku îro we bi butçe li şuna şer ji gel re veqetandibûya, îro ev pirsgirêk dernediket. Ger ku we ev lêçûna şer ji çotkar û rençberan re veqetandibûya îro Tirkiye dê ne di vî halî de bûya. Wekî Cemal Sureya jî gotiye îro di bin hemû peyvên siyasetmedarên îktîdarê xwîn, şer û gule heye. Îro buhayê îsot û firengan bi buhayê guleyan aşkere dike.  Erdogn em buhayê guleyê nizanin. Em buhayê tang û topan nizanin. Ji ber ku em evîndarê aştiyê ne. Ji ber ku çavê me ne li axa tu kesî ye. Ji ber ku em xizan in gel in. Ji bo me demokrasî, aştî û edalet lazim e. Em dixwazin wekî hew û edaletê parve bikin û em vê yekê diarêzin. Ev rastî xewa Erdogan direvîne. Em dibînin ku êdî nikarin welat bi rêve bibe. Her ku devê xwe vedikin bêtir welat têk diçe. Her dem şer, dijminantiyê weat dike."  
 
JI SEDÎ 33 XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ BETAL IN
 
Temellî, polîtîtîkayên hikûmetê yên aborî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Fabrîqeyên şekir firot. Baxçeyên zeytûn ji îmarê re vekirin û li şûna wan avahî çikilandin. Saziya Goşt û masî firot. Hemû çavkaniyên dewletê bi 3 qurişan firot û mirov li Stenbol û cihên din neçarî ketina dorê kirin.  Kesên li mafê xwe digere wan sucdar dike. Wan dikin hedef. Lê karker li mafê xwe digerin. Ewlehiya kar dixwazin. Naxwazin di kar de bimirin. Bi deh hezaran karkerên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin kar û keda xwe dixwazin. Karker ji fonê betaliyê mafê xwe yê xwezayî dixwazin. Rêjeya betaliya xwendekarên zanîngehê ji sedî 33 ye. Li Tirkiye kesên herî zêde betal xwendekarên zaningehê ne. Erdogan ji bo îktîdarê winda neke, xeyalan difiroşe, lê mixabin êdî kes van xeyalan nagere. Êdî dema dawîhatina vê hişmendiya ceberût hatiye. Em dê di 31'ê Adarê de vê fevaseta ceberût xelas bikin. Tenê partiya ku gel û welat ji vê hişmendiya ceberût û xizaniyê xelas bike HDP ye. HDP heviya demokrasiya herêmî, pêşeroja zarok, jin ciwan an e. Heviya Komara Demokratîk Neteweya Demokratîk, aştî û demokrasiyê ye. Mifteya çareseriyê di destê me de ye. Me stratejiya xwe diyar kir. Em dê li Kurdistanê bi ser bikevin û li Tirkiye jî îtîfaqa AKP-MHP'ê têk bibin. Bawer bikin mohra ku li Mûşê li pûsûlayê bikeve, dê dengê wê li Stenbolê bê bihîstin." 
 
'EM HÊZA XWE JI GELÊ XWE DIGIRIN'
 
Temellî, xwest ji bîr nekin, faşîzm tenê bi mirovên wêrek têk diçe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em hêza xwe ji gelê xwe û mafdariya xwe digirin. Em hêza xwe ji demokrasiyê digirin. Em derfeta ku her kes di demokrasiyê de milê xwe bidin hev ava kir. Me di qada demokrasiyê de bingeha siyasetê ava kir. Yên ku para xwe ji vê yekê negirtin şev û roj HDP'ê sucdar dikin.  Yên ku Efrîn pêşkêşî çeteyên OSO kirin, hemû tiştên li ser navê çanda Kurdan talan û wêran kirin îro dibêjin 'Em kurdan diparêzin.' Yên ku zeytûn tev talan û wêran kirin, îro dibêjin 'Em kurdan diparêzin' Yên nirxên êzîdîyan talan kirin û zeytûnên wan ên hezar salî talan kirin dibêjin 'Em êzîdiyan diparêzin' Em dibêjin nebin  sîtavk bes e. We li Efrînê rizqê gel kir bombe û avêt. Hûn wan bombeyan davêjin nava biratiya gelan. Hûn perçebûnê dikin. Welatek berî her tiştî bi perçebûna civakê perçe dibe. Niha hikûmet bê şerm û fedî vê yekê dikin." 
 
AKP'Ê TENÊ AŞTIYA ÎMARÊ ANÎ Û FELAKETEK NÛ ANÎ SERÊ VÎ WELATΠ
 
Temellî, herî dawî helwesta AKP'ê ya aştiya îmarê jî rexne kir û wihagot: "AKP'ê tenê di qada îmarê de aştî pêk anîye. Aştiya Îmarê pêş xist. Wekî tin tu aştî nehatiye Tirkiye. Lê tişta hêvî dikir nehat. Bi vê yekê rê li pêş felaletek nû vekir. Ji ber Aştiya Îmarê avahî hilweşiya û di avahiyê de 22 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. We  hemû bajar kir dojeha betonê. Tu eleqeya vana û ekolojiyê bi hev tune ye. Li Tirkiye 10 santralên termîkê temenê wan qediya ye. Herî zêde ev santral zerarê didin xwezayê. Lê li gel vê yekê 2 salên din destûr daye van sntralê. AKP ji bo li îktîdarê bimîne şewitandina vî welatî didomîne. Êdî dema em dawî li vê hişmendiyê û vê îktîdarê bînin hatiye. 
 
LEYLA GUVEN DÊ BI SER BIKEVE 
 
Di cîhanê de tu welatên ku aştiya civaki pêş nexistibe di qada aborî de jî îktîkrar pêş nexistiye. Em carek din dibêjin şer birçîbûn û aştî aramî ye. Em di 31'ê Adarê de careke din bi hevre biçin ser sindoqê û em bi hevre vî welatî ji vê şermê rizgar bikin. Ew çi bikin bila bikin, em dê bi ser bikevin Teqez bi ser bikevin. Di 31'ê Adarê de di navbera demokrasî û şer de, di navbera tecrîd û azadiyê de emê hilbijartinekê bikin. Leyla Guven dê bi ser bikeve. Karker, gel, jin û kedkar dê bi ser bikevin. Xizir alîkariyê we be. Serkeftin Hevalno."