Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin

  • rojane
  • 13:26 12 Sibat 2019
  • |
img

ÊLIH - Li Êlihê, HDP’ê li bahçeyê çayê cihê hilbijartinê vekir, lê polîsan bi hinceta bêdestûre rakirin. Rêveberê partiyê Îkram Îrgî, diyar kir ku ev pêkanîn bêhiqûqiye. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê li Bûlwara Tûrgût Ozal a Êlihê, xwest li baxçeyê çayê cihê hilbijartinê veke û ji bo vê di 8’ê Sibatê agahî da Walîtiyê. HDP’ê bi agahî dayîna walîtiyê, duh li baxçê çayê konê hilbijartinê veda. Lê polîs û ekîbên zabiteyan bi hinceta bêdestûre xwestin kon bê rakirin û ji bo rakirina kon jî dem da HDP’iyan. Yayedarên fîrmayê yên kon vedan, di saetên şevê de kon rakirin.      
 
‘EV BÊ HIQÛQIYE’
 
Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Îkram Îrgî, derbarê bûyerê de axivî û wiha got: “Rakirina konê hilbijartinê bêhiqûqiye. Di 8’ê Sibatê de me ji walîtiyê re gotibû ku emê cihê hilbijartinê vekin. Ji ber ku dê winda bikin, ditirsîn. Ev jî vê baş dizanin. Lê tu feydeya tirsê êdî nîne. 30 hezar TL zirara me çêbû. Emê hesabê vê zirara xwe ji qeyûman bipirsin.”
 
Îrgî, da zanîn ku ligel hemû astengiyan jî, ewê roja Yekşemê di 17’ê Sibatê saet 13.00’an de, dê bi şahiyek mezin cihê hilbijartinê vekin.