Bûldan: Hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê

  • rojane
  • 23:42 12 Çile 2019
  • |
img
STENBOL  -  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, der barê hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de got: "Hevdîtina Mehmet Ocalan nayê wateya ku dawî li tecrîdê hatiye. Em ê çend roj şûnde vê yekê bi berfirehî parve bikin." 
 
HDP'a Stenbolê ji bo balê bikişîna ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyan ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dan destpêkirin, lo Okmeydaniyê bi gel re civînek çêkir. Tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û bi sedan welatiyî, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî beşdarî civînê bû. 
 
Piştî starnên hunermend Denîz Esmer, Hevseroka HDP'a Stenbolê Esengul Demîr axivî. Demîr, destnîşan kir ku tekane armanca çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan didomin ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. PIştî Demîr Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û got: 
 
"Piştî bidawîbûna tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê, em ê di rojên xweş û geş de bên cem hevdu. Îro 66 roj in Leyla Guvenê di greva birçîbûnê de ye. Ji bo dawî li tecrîdê bê bedena xwe daye ber mirinê. Ev ne hêsan e. Tecrîd tenê ne li Îmraliyê, tevî Birêz Ocalan civaka Tirkiyeyê hemû tê tecrîdkirin. Tecrîd tenê ne pirgsirêka kurda û kesên di greva birçîbûnê de ye. Ev pirsgirêk êdî pirsgirêka hemû Tirkiye û cîhanê ye.
 
Ji roja ku Birêz Ocalan anîn Îmraliyê heta niha tecrîd didome. Li Îmraliyê tecrîdeke mutleq tim û tim heye. Wexta hevdîtin bi Birêz Ocalan re dihatin çêkirin atmosfera Tirkiyeyê pir cuda bû. Em hemû bi hev re bûn şahidê pêvajoyeke 3 salan ku mirov jiyana xwe ji dest endan. Piştî pêvajoya 7'ê Hezîranê pêvajoyeke cuda dest pê kir. Kesên pêvajoya çareseriyê nexwestin, careke din dest bi pêvajoyeke ku mirov bimirin û dayik bigirîn kirin. Em ketin pêvajoyeke ku hêviya kesî ji bo pêşerojê tune ye. 
 
Tecrîd pêşî kurdan û bi giştî jî civaka Tirkiyeyê hemû eleqedar dike. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî sed mirovî ji bo tecrîdê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Divê kesên vî welatî bi rê ve dibin careke din bifikirin. 
 
Îro Mehmet Ocalan bi Birêz Ocalan re hevdîtinek çêkir. Em ê çend roj şûnde hûrguliyên wê bi raya giştî re parve bikin. Hevdîtina Mehmet Ocalan nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Ev hevdîtin girîng e, lê divê bi vê neyê sînordarkirin. Pêvajoya li pêş me pêvajoyeke zehmet e. Me tim û tim dît rojên ronahî bi têkoşînê hatine."