ÎMO: Pirsên li benda bersivê ne

img
AMED – Hevserokê Şaxa Odeyên Endezyarên Înşaetê yê Amedê Nihat Noyan, têkildarî teqîna çavê Bendava Dîcleyê ku pêlên ava Çemê Dîcle zêde kir axivî. Noyan, diyar kir ku piştî ew  lêkolîn bikin dê rapor amade bikin û wiha got: "Gelek pirs li benda bersîvê ne. Piştî mudaxaleyî çem kirin ev encam derketin holê. 
 
Şevê din 2 çavên Bendava Dîcleyê teqiyan û ava çemê Dîcleyê bi qasî 6 metreyan bilind bû. Dîsa şida avê qat bi qat zêde bû. Beşek rêya bendavê ji ber ava şid hilweşiya û dîsa pira Dîcle ya nêzî bendavê bi rîska hilweşê re rû bi rû ye. Ava ku heya qadên daristanê bilind bûyî, hinek dar ji kokde rakirin. Rayedaran diyar kirin ku ava Çemê Dîcleyê 6 metreyan bilind bû. Av ji rûparê çem derketin û li der û dorê li nava zeviyan belav bû. Gelek xaniyên gundên li dora çem jî di nava avê de man. Gelek kargeriyên li dora Pira 10 derî jî di bin avê de man. 
 
Walîtiya Amedê piştî vê mijarê masa krîzê ava kir. Rayedarên DSÎ jî hatin cihê bûyerê. Dîsa yekîneyên pispor jî hatin cihê b3uyerê û lekolîn kirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin  bi riya twitterê diyar kir ku welatiyên xaniyê wan di bin avê de man û zerar dîtin dikarin ji bo tazmînatê dozê vekin. 
 
ÎMO: EMÊ DÊKOLÎN BIKIN
 
Hevserokê Şaxa Odeyên Endezyarên Înşaetê yê Amedê Nihat Noyan, têkildarî teqîna çavê Bendava Dîcleyê ku pêlên ava Çemê Dîcle zêde kir ji Ajansa  Mezopotamya re axivî. Noyan, diyar kir ku piştî ew  lêkolîn bikin dê rapor amade bikin û wiha got: "Gelek pirs li benda bersîvê ne. Piştî mudaxaleyî çem kirin ev encam derketin holê.  Noyan, ani ziman ku ew niha nizanin ku çima çavê bendavê teqiya ye û piştî lêkolîn bikin dê rapor amade bikin. Di qezayên kar de ji sedî 98 sedema wan mirov bi xwe ye. Di vê mijarê de gelek nirxandin dikare bê kirin. Kesên di nava bendavê de hatine erkdarkirin çiqas bi erk in. Çiqas hatine perwerdekirin. Venêrtin û tamîra wan çavên bendavê hatine kirin ya na? Kontrola deriyan rûtin hatiye kirin ya na? Bendava Dîcle demek dirêj e heye. Ji ber basinca zêde terk li dîwaran ketibû. Hatiye kontrolkirin ya na? Mekanîzmaya Hidrolik hatiye kontrolkirin ya na em nizanin. Gelek pirsên bên lekolînkirin û bersivandin hene. Ger ku em an jî DSİ lêkolîn bikin dê ev yek roni bibe. Em lêkolîn bikin em ê raporê amade bikin.