Doz derbarê Kişanak û 10 rêveberên şaredarên Amedê de hat vekirin

  • rojane
  • 15:37 23 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED - Ji ber xebatên şeredariyên li Amedê, doz derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak û 10 kesan de hat vekirin. Bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê girtîgehê ji bo 11 salan tê xestin. 
 
Bi hinceta di dema pevçûnên li navçeya Sûra Amedê rû dan de, di çalakiya kar berdanê de “Otobusên şeredariyê ne xebitandin û xizmeta paqijiyê nekirin” derbarê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin, Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Sekreterê Giştî Abdullha Sevînç, Alîkarê Hevşaredarê Peyasê Aydin Bolkan, Alîkarê Hevşaredarên Yenîşehîrê Abdulhalîk Agabeyoglu, Serokê Daîreya Veguhestinê yê Şaredariya Bajarê Mezin Hîkmet Altug, Amîrên yekineyê Remzî Dede û  Ramazan Goknan û Fahrî Îsmaîoglu de, di çarçoveya rapora serçavdêr de doz hat vekirin. 
 
Lêpirsîn berî du salan hatibû destpêkirin û pir balkeşe ku nêzî hilbijartina herêmî lêpirsîn bi encam bû û doz hat vekirin. Îdîanameya dozê ya hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê ve hat qebûl kirin.