Dayika 10 meh in çaverê ye: Hestiyên kurê xwe dixwazim

  • rojane
  • 10:15 23 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED – Dayika endamê PKK’ê Îsmaîl Dag ê bi hinceta “Testa DNA” yê cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin Kudret Dag diyar kir ku 10 meh e nimûneya DNA jî ji wan nehatiye girtin û got: “Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.” 
 
Sala par di meha kanûnê de ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê 267 cenazeyên endamên PKK, HPG û YPG’ê bi hinceta “Testa DNA” bêyî agahiya malbatan jig oran hatin derxistin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Bi ser hilweşandina goristanê re 10 meh derbas bûn.
 
10 MEH NIMÛNEYA XWÎNÊ NE GIRTIN E
 
Piştî cenaze birin ATK’a Stenbolê 61 roj şûn ve heta niha cenazeyê Dîlan Bîngol û Celal Ovme radestî malbatan hatibûn kirin. Li gel 10 meh bi ser derxistina cenazeyan re derbas bû jî lê hêj nimûneya xwînê ya ji bo DNA’yê ji malbatan nehatiye girtin. 
 
DAYIK LI BENDA CENAZE YE 
 
Yek ji cenazeyan jî yê endamê PKK’ê Îsmaîl Dag (Cemşîd) ê di 24’ê tebaxa 2003’an de li herêma Xerzan di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ye. Cenazeyê Dag piştî 11 salan di 2’ê cotmeha 2014’an de li Goristana Xerzanê hatibû definkirin. Tevî hemû serlêdanên malbata Dag j3i nikaribû cenazeyê zarokê xwe werbigirin. Malbat li benda ATK’a Stenbolê ye ku ji bo DNA’yê bangî wan bikin. Dayika Dag, Kudret Dag bi êşa ku cenazeyê kurê wê ji gorê derxistine li benda cenaze ye. 
 
‘EZ HESTIYÊN KURÊ XWE DIXWAZIM’ 
 
Dag  destnîşan kir ku bi derxistina cenaze re carek din ji nû ve êş bi wan dane kişandin û got: “Cara herî dawî jî min rûyê kurê xwe nedît. Ji bo testa DNA’yê ji me bigirin me serî li ATK’a Stenbolê da. Lê hêj xwîn ji me negirtine. Dibêjin ku ji bo testa DNA’yê ji goran hatine derxistin. Lê ev 10 meh e xwîn ji me negirtine. 10 meh e em li benda cenazeyê xwe ne. Hestiyê wan man e, ev dixwazin çi ji cenazeyan bikin. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.” 
 
Dag ji wergirtina 265 cenazeyan banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir. 
 
MA / Ozgur Paksoy