Gokkan: Ne wekî kampa penaberan wekî kampa dîlgirtiyan e

  • rojane
  • 11:00 18 Tebax 2018
  • |
img
AMED –  Aktîvîsta  TJA’yê Ayşe Gokkan der barê bûyera fihuşa li Kampanya Tilhemûdê ya Serêkaniyê derketibû holê, diyar kir ku berpirsiyarên bûyerê yên sereke dewlet e û zîhniyeta AKP – MHP’ê ye. Gokkan, destnîşan kir ku kamp pir dûrî bajar e û ji mirovan dûr e û wiha got: "Kamp ne pekî kampa penaberan, wekî kampa dîlgirtiyan e." 
 
Di rojên borî de derketibû holê ku li kampa penaberan a Tilhumudê ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê karakerên zilam fihuş li ser jinên kampê ferz kirin. Li ser vê yekê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Saziyên Civaka Sivîl çûn Serêkaniyê û xwestin li kampê lêkolîn bikin. Lê rayedarên dewletê destûr neda ku heyet li kampê lêkolîn bikin û heyet nexistin hundirê kampê. Aktivîstên jin bertek nîşanî vê nêzîkatiyê dan û diyar kirin ku heta  kamp ji rêxistinên jinan û Saziyên Civaka Sivîl re neyê vekirin û bûyer ji raya giştî re neyê aşkerekirin ew dê ji dû venegerin.
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku tevî heyetê çû Serêkaniyê, têkildarî mijarê axivî. Gokkan, anî ziman ku tevî bûyer li gel qeydên deng di çapemeniyê de belav bûye hîn jî rayedarên dewletê hewl didin ku bûyer veşartî bimîne û wiha got: “Em weke jinên aktîvîst bi baroya Amed, Riha û Komeleya Mafê Mirovan re roja 16'ê Tebaxê çûn kampa Telhemûd a li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Deh roj zêdetir in fihuş di nava qampê de tê kirin. Di hemû çapemeniyê de derket. Em jî ji bo lêkolînê çûn. Me dît ku kamp pir dûrî bajar e. Li nava çoleke ku têkilî bi mirovan re tuneye. Ne wekî kampa penaberan, weke kampa dîlgirtiyan e. Kesek bi me re nebû muxatab. Payedarekî leşker hat got 'Berpirsiyar emin, qedexe ye ku hûn têkevin kampê û li ser bûyerê jî qedexekirin heye' û çû." 
 
'ÇIMA TENÊ RAYEDARÊN DEWLETÊ LI WIR IN?' 
 
Gokkan, anî ziman ku derbarê rewşa jinên di kampê de bi fikar in û xwest demildest destura ketina kampê ya rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl bê dayin. Gokkan, wiha axivî: "Destûr nedan em têkevin kampê û agahî nedan. Ev ne rewşeke asayi ye. Gelo çima ji saziyên sivîl re qedexe ye? Ev rewşeke pir bi fikarê. Heger ku ew kampeke şefaf e, tiştekî neyinî tê de tuneye çima kes nikare têkevêyê? Penaber li pêş me bûn, lê me nikaribû destên xwe dirêjî wan bikin. Belkî dema em li wir bûn jî bûyer didomiya. Çima tenê rayedarên dewletê li wir in û desturê nadin kesen din? Di dema Kobanê de kampên ku me ava kirin, me tecrûbe ji wan girtin. Bi reveberiya jinê dihatin meşandin. Li kampên Şengalê, heger ku saziyên siwîl ne berpirsiyar bûna, berpirsiyarên dewletê bi hemû qanûnan tên parastin, bi zihniyeta zayendperest tev digerin. Kanûna ku yên li vê kampê biparêze tune ye. Jineke penaber çiqas li hember zilamekî ku dewletê peywirdar kiriye hatiye parastin. Jinek çiqas dikare bi zagonan mafê xwe biparêze? Ev diyar dike ku heger berpirsiyar dewlet be û zîhniyeta serdestiya zayendperestiya zilam be, êrîşê li dijî jinê pêkan e. Me dît ku pêwistî heye ku saziyên siwîl bi jinan re bixebitin da ku bên kontrolkirin. Ev tecrubeyeke di hemû kampên penaberan yê cîhanê de pêk hatiye. Me xwest fikrên xwe parve bikin, lê pêşiya wê girtin. Welatiyên bajar jî diyar dikin ku berpirsiyarên dewletê li vir heye. Navê endamê meclîsa Serêkaniyê, xebatkarên Şaredariya Serêkaniyê di bûyerê de derbas dibe. Her kes zane şaredariya Serêkaniyê hêzeke paramîlîtere."  
 
'BI KONROLA DEWLETÊ DIBE' 
 
Gokkan, destnîşan kir ku dewlet dibêje 'Her tişt di konrola me de ye’ û nahêle kes bikeve hidirê kampê û wiha lê zêde kir: ""Li gor vê rewşê diyar dibe ku her tişt bi kontrola dewletê dibe. Çi ji me vedişêrin? Çapemeniyê bi deng tespît kir ku çawa bazarê li ser jinan dikin. Navê  endamên meclîsa şaredariya serêkaniyê û xebatkarên wan tê de derbas dibe. Kesên ku bazar kirine dengê wan di çapemenîyê de derketiye. Niha li vê kampa ku dibêjin 'Em nahêlin çûk bifirin' her tişt belav bûye. Ev nîşan dide ku ev bûyer pir zêde ne ku belav bûye. Em jin hemû dizanin çima penaberî derdikeve. Dixwazin navekî lê bikin. Wekî ku jinên ji ber şer reviyane, ji bo ewlehiyê hatine ketine kampekê. Lê li şûna ewlehîya wan, mafê wan heft qat zêde tê binpêkirin. Neteweyên Yekbûyî, Welatên Ewropa û Tirkiye peymana alîkariya wan îmze kirine. Lê niha bazarê dikin. Niha bazara navneteweyî li ser penaberan dikin. Rûreşiya herî mezin para Ewropa ye. Bazara li ser penaberan qediya niha zilaman bazar dikin. Niha li dervê kampê wan bazar dikin. Ma çend caran ev jin wê bên bazarkirin.
 
Heger ev rewş neyê eşkerekirin, berpirsiyar dewlet bi xwe ye. Ger ku bêje berpirsiyar im, nahêlim kesek têkeve kampê, wê demê dewlet berpirsiyarê vê yekê ye. Heger dewlet ne di nav de ye, bila rastiyê ronî bike. Bila ji lêkolînê re vekin. Qaymeqamê bajêr dizane. Dozger çima qedexe dike."  
 
HEMÛ JIN DI BIN XETERÊ DE NE' 
 
Gokkan, herî dawî destnîşan kir ku tu ferqa vê bûyerê ji ya Şengalê tineye û wiha bi dawî kir: "Em dibêjin heta ku ew jin di bin êrîşan de bin, em hemû jin di bin êrîşan de ne. Buyera li Rihayê, çi ferqa wê ji ya li Kîlîs û Tiltemurê pêk hatiye heye? Çi cudabûna vê yekê û qetliyama jinan a ku bi pergala AKP-MHP’ê re pêşketiye heye? Êrîşa li ser Şengalê, hemû jinên Şengalê kirin penaber. Neh meh vedigerin li qampa vê derê bi qayûmê şandin Midyadê, bi darê zorê dixwazin bişînine Kilîsê û Şengal jî bombebaran kirin gotin bila venegerin. Tu hem êrîş bike, hem bike penaber, hem jî bêje ez diparêzim, ez li pey vê bûyerê me, ez dişopînim, ezê bûyerê derxime.yanî dema mirov li encamê dinêre evana hemû bi hev re girêdayi ne. Em wekî TJA’yê tu carî ji pey vê bûyerê venagerin, emê bişopînin.”