Malbatên leşker û polîsan: Em zarokên xwe dixwazin

  • rojane
  • 16:04 14 Hezîran 2018
  • |
img
AMED - Malbatên ku zarokên wan ên leşker û polîs di destê PKK'ê de ne, li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn û zarokên xwe xwestin. Malbatan bang li partiyên siyasî kirin û gotin: "Êdî ji mere nebêjin li ber xwe bidin. Em zarokên  xwe dixwazin." 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê der barê leşker û polîsên ku piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an de piştî şer ketin destê PKK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, malbatên leşker û polîsan û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Turkdogan, di civînê de diyar kir ku demek dirêj e bi malbatan re di nava têkiliyan de ye û wiha got: "Piştî dîmenên leşker û polîsên di destê PKK'ê de di ANF'ê de hatin weşandin jî dîsa rayedarên dewletê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedan. Dîsa neketin nava tu hewldanan. Berê jî piştî malbat ketin nava hewldanan zarokên wan serbest hatin berdan. Lê yekem car e leşker û polîs nêzî 3 salin hatin girtin. Hêj me nekariye teslîm bigirin. Bê guman sedemê vê yekê hene. Sedema herî girîng şerê heyî ku didome ye. Şerê heyî ye. Divê pirsgirêka kurd bê şer çareser bibe. Divê dest ji vî şerê hatiye destpêkirin berdin."
 
'BILA OPERASYON BÊN RAWESTANDIN'
 
Turkdogan, bal kişand ser operasyonên dersînor û wiha got: "Tirkiye her ku diçe hêjmara leşkerên xweyên li Sûriye Iraqê zêde dike. Leşkerên xwe beavdike. Ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Beriya hilbijartinê ji bo di hilbijartinê de dengan zêde bike dixwaze leşkeran lı Iraqê zêde bike û operasyonê pêk bîne. Baragehên mayinde ava dike. Ev li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Em dixwazin demek berî demekê dawî li van operasyonan bînin." 
 
Turkdogan, bang li namzetên Serokomaran kir û wiha lê zêde kir: "Hûn li qadan sozên çareseriyê didin. Divê hûn guh bidin leşker û polîsên hatine girtin jî. Ew jî welatiyên vî welatî ne. Polîs û leşker in. Divê ji bo bên berdan hûn têkevin nava hewldanan. Divê êdî hûn wan jî bibhîzin û bibînin. Bi taybeti bang li îktidara siyasî dikim. "
 
Dayika polîs Vedat Kaya ê ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li ser rêya Çewlik Amedê hat girtin Emine Kaya jî xwest kurê wê bê berdan û wiha got: "Sûcê me çiye bila ji mere bêjin. Ma çi ji me dixwazin." 
 
Dayika leşker Suleyman Sûngur ê kurê wê di 13'ê Tebaxa 2015'an de li Lîcê hat girtin, Şirin Sungur ji bang li hikûmetê kir û wiha got: "Ez bang lig CHP, MHP û Erdogan dikim û dika ji wan dikim. Em aştiyê dixwazin. Em dibêjin zarokên me berdin." 
 
Dayika leşker Muslum Altuntaş ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de kurê wê li Pilûmura Dersimê hat girtin Songul Altuntaş jî got: "Me got bila biçe leşkeriyê ji dewletê re bike me şand. Bila dewlet bi wan re li hev bike. Çend salin kurê me di destê PKK'ê de ye. Ma qet fêda wî li dewletê nebû. Ma ev ne leşker û polîsên dewletê ne. Na ne welatên vî welatî ne. Em aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê kêfa me ya cejnê tune ye."
 
Bavê Semîh Ozbay êdi 18'ê Îlona 2015’an de li ser rêya Xarpêtê hat girtin Gursel Ozbey  jî diyar kir ku kurê wî 3 sahin girtî ye û ew jî wekî miriyên dijîn in. Ozbay ji Erdogan û Kemal Kılıçdaroglu xwest ku êdî dest ji gotinên xwe yên "Li ber xwe bidin" berdin û wiha got: "Em zaroken xwe dixwazin. 
 
Bavê Umît Gicir ê di 21'ê Îlona 2016'an de li Colemêrgê hat girtin Musa Gicir jî jî diyar kir ku êdî tişta sebir bikin tune û ji rayedaran xwest zarokên wan destîlî wan bikin.