MA Musîc wê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke

img
AMED – Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ew ê li Stenbolê "Egîdê Cimo Ma"yê vekin û got: "Dixwazin çanda kurdî tune bikin. Em jî li dijî vê yekê bang li hemû malbatên kurd dikin ku bi destê zarokên xwe bigirin û werin. Ma Musîc a we ye." 
 
Konservatuara Aram Tîgran a ku di sala 2010’î de di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) de hat avakirin, ji aliyê qeyûm Cumalî Atilla ve di 1’ê Mijdara 2016’an de hat girtin. Muzîkjenên ku piştî girtina konservatuarê bêkar man di 4'ê Adara 2017'an de Akademiya Ma Musîcê ava kirin. Di nava akademiyê de Koroya Jinan, Koroya Zarokan, Orkestraya Ma, Orkestraya Rîtma Xwezayî, Akademiya Dengbêjiyê hatin avakirin. Piştî avakirina akademiyê di sala 2021'ê de Zarok Ma û di sala 2023'yan de jî li Sûrê Çand Ma hatin avakirin.
 
Muzîkjen bi diruşmeya "Muzîk ji bo her kesî, li her derî muzîk" û "Em zarokên vê xakê bê muzîk nahêlin" ku di sala 2021'ê de hatiye avakirin, dan ser rê. Di nava 4 salan de 2 hezar û 176 zarokan perwerdeya muzîka kurdî dîtin. Akademiya Ma Musîcê wê 24'ê Mijdarê li Stenbolê Egîdê Cimo Ma veke. Li Egîdê Cimo Ma dê perwerdeya muzîka kurdî ji zarokên 2-12 salî re bê dayîn.
 
'EM Ê ZAROKÊN KURD BÊ MUZÎK NEHÊLIN'
 
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wan hemû amadekariyên şaxa nû ya Ma Musîcê temam kirine. Kanîwar bi bîr xist ku piştî qeyûm Akademiya Ma Musîcê ava kirine û got: "Ma wateya mayînê ye. Me bi zanebûn ev nav hilbijart. Pêwîst e mirov bimîne û li ber xwe bide. Ji bo çanda kurdî zindî bimîne em man û me navê wê jî kir 'ma'. Me got 'Muzîk ji bo her kesî, li her derî muzîk' û 'Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin' bi rê ketin. EV zarok ne tenê li Amed û Kurdistanê ne, li her derî hene. Eger zarokek kurd hebe, armanca me ew e ku em xwe bigihînin wan û bi zimanê dayikê perwerdeya muzîkê bidin wan."
 
'LI DIJÎ ASÎMLASYONÊ'
 
Kanîwar bilêv kir ku Stenbol jî Kurdistaneke biçûk e û diyar kir ku zarokên malbatên kurd ên li wir dijîn jî rastî asîmîlasyonê tên. Kanîwar destnîşan kir ku li Kurdistanê jî polîtîkaya asîmîlasyonê ya kûr tê meşandin û gelek zarok bêyî zimanê xwe mezin dibin û got: "Ji bo zarokên xwe li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê biparêzin me biryar da ku li Stenbolê şaxekê vekin. Ma Musîc ne tenê muzîka klasîk pêşkêş dike. Perwerdehiya muzîkê dide ku muzîk berî her tiştî zimanê zikmakî hîn dike."
 
'MA MUSÎC A WE YE'
 
Kanîwar bang li her kesî kir ku 24’ê Mijdarê saet 14.00’an li Taksîma navçeya Beyoglû ya Stenbolê beşdarî merasîma vekirina Egîdê Cimo Ma bibin û got: "Em bang li kurdên li Stenbolê û Marmarayê dikin: Li Kurdistanê kevir li ser kevir nemîne jî em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin. Me bi tenê nehêlin. Ma Musîc a we ye."