Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin

  • rojane
  • 12:00 22 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ji ber nûçeyên parve kirin bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” dihatin darizandin. Doza Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin. 

Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê Rojnameya Ozgur Gundemê (bi KHK’ê hatibû girtin) Înan Kizilkaya û Îhsan Çaralan ji ber nûçeyeke di rojnameyê de hatibû weşandin, bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kirine” dihatin darizandin. Danişîna 4’emîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê hate lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. 
 
Di danişînê de parêzerê serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan xwest ku rojnameger bên cezakirin. 
 
Parêzerê rojnamegeran Ozcan Kiliç jî biryarên AYM’ê bi bîr xist û daxwaza beraeta miwekîlên xwe kir. 
 
Dadgehê jî biryar da ku doz were betalkirin.