Demîrtaş hebûna mal û milkê xwe eşkere kir

  • rojane
  • 14:52 17 Gulan 2018
  • |
img
AMED - Bernamzetê Serokkomiyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê twîtterê xwe yê fermî mal û milkê xwe eşkere kir û got: “Bi sedan pirtûk, bi hezaran name û dîplomeyek min hene.”
 
Namzetê Serokkomiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê twîtterê xwe yê fermî mal û milkê xwe eşkere kir. Hesabê medyaya civakî yê Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye ji aliyê parêzer û şêwirmendên wî ve tê bikaranîn. Di daxuyaniya hat dayîn de, ev tişt hatin gotin: “Banga Komeleya Zelalkirinê ya Navneteweyê ya ji bo eşkere kirina mal û milkên xwe gehişt min jî. Ez mal û milkên xwe eşkere dikim: Avahiyek hêjayî 300 hezar TL. Otomobîla modela wê 2013’an a hêjayî 55 hezar TL. Bi sedan pirtûk, bi hezaran name û dîplomeyek min hene.”