Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê

  • rojane
  • 12:04 20 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL -Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmralê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin cara 72'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji malbata Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş  Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrasyê dan.
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 71 carin serlêdanên malbatan hatin redkirin.