Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike

  • rojane
  • 14:16 22 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL  -  Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rapora xwe ya "Ji 2017'an Heta 2018'an Li Cîhanê Rewşa Mafên Mirovan" aşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji 180'yî zêdetir saziyên çapemeniyê hatine girtin, li Sûrê tu tişt neguheriye û hat gotin: "Dewmakirina Rewşa Awarte, zemîna ji bo binpêkirina mafên mirovan re made dike." 

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, li Aynali Geçîtê ya Beyoglûyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê rapora xwe ya "Ji 2017'an Heta 2018'an Li Cîhanê Rewşa Mafên Mirovan" aşkere kir. Dîrektorê Kampanyayan û Parêzvaniyê yê Rêxistina Efûyê Ruhat Sena Akşener û Lêkolînerê Biqidem ê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Andrew Gardner rapor berpêş kirin. 
 
Ewil Ruhat Sena Akşener axivî û diyar kir ku wan di rapora ku amadekiriye de di warê binpêkirina mafên mirovan de hikûmet hişyar kirine. Akşener got, di sala 2017'an de li her welatî şaşitî û başî çê bûne. Akşener diyar kir ku wan di raporê de zêde balê kişandiye ser mijara penaberan jî û got: "Mixabin dewlet berpirsiyariyên xwe bi cih nayinin. Em di sala 2017'an de bûn şahidê krîza herî mezin a penaberan a Myanmarê." Akşener diyar kir ku li cem binpêkirinan tiştên baş jî qewimîne û got: "Mînak li Şîliyê qanûna kurtajê ku bi salan didomand bi destketinî encam bû. Em ê ji bo Tirkiyeyê jî bihêvî bin. Di sala 2017'an de bedêla dengderxistinê giran bû. Wê di sala 2018'an de jî dewam bike." 
 
Paşê Andrew Gardner axivî û diyar kir ku di sala 2017'an de li Tirkiyeyê rojnamevanên muxalif hedef hatine girtin û got: "Ev rewş di sala 2016'an de dest pê kir. Piştî Rewşa Awarte ji 180'yî zêdetir saziyên çapemeniyê hatin girtin. Gelek rojnamevan hatin girtin. Di sala 2016'an de bêyî delîl hebin rojnamevan hatin girtin. Bêyî delîl hebin bi awayekî zêde ceza hatin birîn. Tevî biryara AYM'ê hebû jî cezayê muebetê li Mehmet Altan, Ahmet Altan û Nazli Ilicakê birîn. Ji bo parêzvanên mafên miorvan saleke nebaş bû. Bêyî delîlek hebe Osman Kavala hat girtin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nobedear ê Rojnameya Ozgur Gundemê Mûrat Çelîkkan ceza girt. Mixabin di vî warî de cezayên girtîgehê didomin. Her wiha di sala 2016'an de ÇHD hat girtin. Di sala 2017'an de parêzerên endamên wê hatin girtin." 
 
Gardner bi bîr xist ku rêveberên Rêxistina Efûyê jî hatine girtin û got: "Nûnerê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ya Tirkiyeyê Taner Kiliç jî bêyî delîlek hebe hîn jî girtiye. Dîroktora Tirkiyeyê Îdîl Eser 4 mehan girtî ma. Li Tirkiyeyê êdî Saziyên Civaka Sivîl nikarin bixebitin. Bi Rewşa Awarte re qanûnên berfireh anîn. Li Amedê kes nikare xwepêşandanan li dar bixe. Kesên dikin jî an tên binçavkirin an jî girtin. Di sala 2017'an de kêm giliyên ji bo îşekneceyê dihatin. Lê saziyên civaka sivîl ên di warê îşeknceyê de dixebitin hatin bêerkkirin û êdî îşkence nayên raporkirin." 
 
‘JI BO SÛRÊ TU TIŞT NEGUHERÎ' 
 
Gardner diyar kir ku bêcezatî veguheriye rewşeke xerab û domand: "Di dema qexeyên derketina derve de ji ber lêpirsînin karîgeriyî nehatin kirin 34 doz ji DMME'yê re hatin şandin. 124 hezar xebatkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Komîsyona Rewşa Awarte di Kanûna 2017'an de dest bi biryardayînan kir. 107 hezar hatine îxrackirin, lê tenê 40 kes vegeriyan ser karê xwe. Her wiha di sala 2017'an de kesên bid arê zorê ji warên xw ebûn, herî zêde li Tirkiyeyê pêk hat. Ji bo wan tu çareserî nehat peydakirin. Me di sala 2016'an de ji bo Sûrê rapor amade kir, mixabin em îro dikarin heman raporê binivîsînin, tiştek neguherî. Heta Rewşa Awarte bidome, wê li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan jî bidomin." 
 
Di rapora 2017'an a Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de, hin binpêkirinên mafan ên li 159 welatî pêk hatin ev in: 
 
AFXANÎSTAN
 
Ji ber pevçûnan sivîl bi awayekî zêde bi binpêkirinên mafan re rû bir û man û gelek kes mirin. Di 31'ê Gulanê de li Qabîlê êrîşeke gelekî mezin pêk hat û di vê êrîşê de zêdeyî 150 kes mirin. Tevî ev qas talûkeyan jî bi zorê sivîl ji Ewropayê şandin Afxanîstanê. Hejmara şandina penabar û koçberan gelekî zêde ye. 
 
AWISTIRYA
 
Awistirya, ji dêvla ku li Papû Gîne ya Nû û Naûrûyê penaberan biparêze, wan mehkûmî şert û mercên zehmet kir. Gelek zarok û niştecihên welat hatin hepskirin û di dema binçavan de îstsimar, mirin rû dan. Parlementoyê bi dengdayînê biryareke dîrokî girt û qanûna wekheviyê ya zewicandinê pesendkir. 
 
ÇÎN
 
Hikûmetê bi hinceta "ewlehiya netewî" qanûnên ku li dijî mafên mirovan talûkeyê didin der xist meriyetê. Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Liu Xiaobo dema di bin çavan de bû mir. Bi tawanbariyên xumam ên wekî "serobinokirina îktîdara dewletê" aktivîst hatin binçavkirin. Tevî qedexeyên înternetê hema bêje venêrînên li ser hemû awayên sepandinên olî pir zêde bûn. Li Hong Kong aktivîstên doza azadiya ramanê kirin bi êrîşan re rû bi rû man. 
 
KOLOMBIYA
 
Salek di ser îmzekirina Peymana Aştiyê ya di navbera rayedaran û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de derbas bû, lê belê li welat pevçûnên çekdarî hîn jî didomin. Sivîl, bi taybetî jî gelên xwecihî, welatiyên afrîkî, cotkarên gundî û aktivîstên din mexdûrên sereke ên vê şidetê ne. 
 
FRANSA
 
Rewşa Awarte rakirin. Lê bi anîna qanûnê mafên bingehîn bi awayekî hişk hatin sînorkirin. Tevdîrên têkoşîna li dijî terorê zêde kirin. Rayedar bi rêbazên cezakirinê nêzî koçber û penaberan dibin. Yên di ser Îtalyayê re hatin Fransayê beşek mezin ji wan paş de şandin. Bi sedan mirov der sînorkirin û şandin Afxanîstanê. Hikûmeta Fransayê çekên dê di binpêkirina mafê mirovan de bi kar bînin şandin weletan. 
 
‘ÎSRAÎL Û FILÎSTÎN A DI BIN DAGERKIRINÊ DE’ 
 
Dagirkirina Îsraîlê ya li ser axa Filîstînê di Hezîranê 50'emîn de ye. Rayedarên Îsraîl, Rojhilatê Qidûsê ji di nav de heta Rojavayê Şeria li dijî hiqûq qadên jiyanê berfireh kirin. Tevgerkirina azadiya Filîstiyan bi awayekî hişk bi sînor kir. Rayedarê Îsraîlê parêzvanê mafê mirovan jî di nav de yên dagirkirinê rexne dikirin kirin hedef. Li ser axa Filîstînê ya dagirkirî pêkanînên cûr bi cûr pêkanîn. 
 
KENYA
 
Hêzên ewlehiyê û hikûmet, bi taybetî di hilbijartinên meha Tebaxê de zextan li ser muxalefetê kirin. Serokê komîsyona hilbijartinê Chris Msando bi îşkenceyê hat kuştin. Polîsan êrîşî xwepêşandanên aligirên muxalefetê kirin û li tevahiya welat 46 kes kuştin. Dadeha Bilind hewl da ku kampa Dadaapê ya penaberan a herî mezin a cîhanê asteng kir. 
 
LÎBYA
 
Li Lîbyayê alozî didome. Valahiya rêveberiyê bandorek neyînî li ser çûyîna koçbera ya Ewropaya kir. Hat ragihandin ku koçber bi xesp, qaçaxiya mirovan û koletiyê re rû bi rû man. 
 
MEKSÎKA
 
Aktîvîst û rojnameger hatin tehdîtkirin. Êrîşî wan kirin û ew kuştin. Bi taybetî êrîşên dîjaitalê pêk hatin. Gelek penaberan serlêdan kir. Li gorî daneyên nû ji sisêyan didoyê jinan rastî tundiya zayendiya civakî hatin. Du erdhejên pêk hatin li welat da nîşandan ku mafê mayînê gelek xerab e.
 
MYANMAR
 
Li dijî bi hezaran Arakaniyên misilman sûcê mirovahiyê pêk hat. Hemû cîhan li hember koçberiya Arikiyan temaşevan ma. Koçberî û kirîza li wir bû sedema ku nîv milyon mirov muhtacî alîkariyê bibe. Azadiya ramanê bi awayek hişt hatiye sînorkirin. Li welat parêzvanê mafê mirovan tên tehdîtkirin. 
 
FILÎPÎN
 
Di çarçoveya têkoşîna li dijî hişbirê de polîsan bi hezaran mirovên ji civakên feqîr li pey hev bi awayekî dij hiqûq kuştin. Hewldan ku cezayê mirinê carek dikin xistin meriyetê. Yên li dijî vê hewla cezayê derketin jî rastî tacîz û tehdîtên hêzên hikumetê hatin. 
 
POLONYA
 
Hikûmeta Polonyayê kontrola pêkanîna li ser daraz, saziyên civakî û medyayê zêde kir. Xwepêşandan xistin talûkeyê. Jin di kurtaja qanûnî û ewle de bi astengiyên sistematik re rû bi rû man. Lê bi xwepêşandanên berifreh bersiv dan van astengiyan û bi hezaran kes ji bo hikûmet gav paş de biavêje daketin kolanan.
 
RÛSYA
 
Pûtîn azadiya ramanê sînor kir. Hikûmetê bi sedan çalakgerên aştiyane bi komî girt. Gelek aktîvîst bi awayekî kêfî hatin girtin û tehdîtan li wan kirin. Yên li dijî hiqûqa Rûsya derketin bi sirgûn û hepsê hatin cezakirin. Hêj qanûnên li dijî çalakiyan bi awayekî hişk tên pêkanîn. Ji bo zilmê li LGBTÎ’iyan bikin bikaranîna “Qanûna propganda hevzayendiyê” didome. 
 
EREBÎSTANA SIÛDΠ
 
Her çiqas behsa reforman bên kirin jî lê rayedar sînorkirina îfade, rêxistinkirin û azadiya kombûnê bi awayekî hişk didomîne. Hêj jin rastî cudahiyê tên. Parêzvanê mafê mirovan tên binçavkirin û bêyî ku adilane bên darizandin hemû tên cezakirin. Aktîvîstên Şiî hatin înfazkirin. Li dijî kesên binçavkirî îşkence û muameleya xerab didome. 
 
SÛRIYE
 
Li Sûriyeyê hêj şer dewam dike. Dewleta Îslam paş de vekişiya. Li bendê ye ku di 2018’an de li dijî vê komê destkeftiyên leşkerî bê îlankirin. Di êrîşên hikûmeta Sûriyê û koalîsyona DYA pêşengiya wê dike gelek windahiyên sivîl çêdibin. Li Sûriyeyê bê navber binpêkirina mafê mirovan didome. 
 
TIRKIYE 
 
Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte dewam dike. Rewşa Awarte bingehê ji binpêkirina mafan re amade dike. Muxalefet bi awayekî tund tê bêdengkirin û li serê zext tên kirin. Li welat rojnameger, aktîvîstên siyasî, mafê mirovan û xebatkarên Rêxistina Efûya Navneteweyî jî di nav de hemû beşên civakê di hedefa zextan de ne û mafê wan tê binpêkirin. Di cîhanê yek ji welatên herî zêde penaber lê hene Tirkiyeye. Ji 3 milyonî zêdetir penaberên Sûriyê qeyd kirine. Lê talûkeya ku dê penaberan bi darê zorê carek din paş de bişînin didome. 
 
DYA 
 
Bandora polîtîkayên Trump ên der barê qedexeya seyrana misilman û koçberên din de di qada kurevî de hat hîzkirin. Trump di milê mafê jinan de jî di ezmûnek xerab re derbas bû. Trûmp û rêveberiya wî bi awayekî aşkere piştgirî da îşkenceyê. Hewldana betalkirina sîgortaya tenduristiyê ya bi milyonan kes jê sûdê digirin, meyta tune hesiband. Serdestiya spiyan parast. Li dijî transan cudakarî kir. Rêveberî niha li ser îxracata çekên sivik sînorkirina bazirganiyê daniye. 
 
VENEZUELLA
 
Di dîroka nêzîk de welatê herî zêde binpêkirina mafên mirovan zêde pêk hat e. Di qada siyasî de kaos heye. Dîsa di qada zexîre, derman û aborî de jî qeyran rû dide. Ev yek bû sedem ku bi hezaran kes ve yekê şermezar bikin. Gefên li ser azadiya Ramanê zêde bû. Saziyên çapemeniyê rastî gefên girtinê tên. Hêzên ewlehiyê ji bo çalakvanan belav bike tundiyek mezin bikar anî. Yên li dijî hikûmetê derketin bi keyfî hatin girtin. Yên tev li çalakiyan bûn rastî îşkenceya zaneydî û fîzîkî hatin. 
 
YEMEN
 
Yemen, beriya di sala 2014’an de di navbera îsyankarê Husî û hikûmetê de şer dest pê bike jî, di nava welatê Rojhilata Navîn de welatê herî xizan bû. 
Li qadek mezin a Yemenê şerê çekdarî berdewam dike. Bi hezaran sivîl di şer de mirin. Gelek pêdiviyên wekî zexire, av û malzemeyên tibbî ji ber şer gihiştina wan pir kêm e. NY di îlona 2017’an de biryar da ku der barê binpêkirina mafên mirovan de komîsyona lêkolînê ava bike. 
 
ZIMBABVE
 
Robert Mugabe ku ji gelek binpêkirina mafên mirovan berpirsiyar e ji erka xwe îstîfa kir. Ji ber vê yekê piştgiriyek mezin ji gel stend. Lê aktivistan çalakî pêk anin û xwest hesap ji hikûmetê bê pirsîn. Dewlete jî li ser muxalifan zext berdewam kir. Piştî rewşa aborî xera bû, mafê tenduristî, zexîre û civakî di bin talûkeyek mezin de ye.