Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin

  • rojane
  • 10:55 22 Sibat 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Midûriyeta Polîsan a Qoserê, ji bo guherandina kêlikên 32 gorên endamên HPG, YJA Star û YPS'ê ferman da qeyûmê şaredariya Qoserê. 

Hat hînbûn ku li Qosera Mêrdînê, ji bo kêlikên 32 gorên endamên HPG, YJA Star û YPS'ê yên li Goristana Mezopotamya ne, bên guherandin, Midûriyeta Polîsan a Qoserê nivîs ji şaredariyê re şandiye. Midûriyetê di nivîsa ji Qeyûmê Şaredariya Qoserê re şand de xwest ku kêlikên li ser wan "şehîd" nivîsandî û sembol li ser wan bên rûxandin û li şûna wan ên nû bên çêkirin.  Piştî fermanê, Şaredariya Qoserê ji bo kêlikên gorên xizmên xwe biguherînin muhlet da malbatan. Hat hînbûn ku ger malbat kêlikan neguherînin wê şaredarî kêlikan birûxîne û biguherîne. 
 
Hat hînbûn ku, xebatkarên goristanê gotine ku bêyî destûra malbatan ew nikarin kêlikan bişikînin, lê ji wan re hatiye gotin ku "Ger hûn neşikînin, em ê hayê polîsên TEM'ê pê bixin. Ew ê di şevekê de hemûyan bişikînin." 
 
Malbatan bertek nîşanî vê rewşê da.