Dozger binçavkirina 57 HDP’iyan 4 rojên din dirêj kir 2019-11-17 20:18:18   DÎLOK – Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dilokê binçavkirina 57 HDP'iyên ku 7 rojin di bin çavan de ne  4 rojên din dirêj kir.      Polîsan di 11'ê mijdarê de li Dîlokê bi firmana Serdozgerê komarê yê Dîlokê  bi ser gelek malan de girtibûn û 57  endam û rêveberên HDP’ê binçav kiribûn. 57 kesên hatibûn binçavkirin piştî 7 rojan sewqî edliyê kirin. Lê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar piştî li îfadeya wan guhdar kir binçavkirina 57 kesan 4 rojên din dirêj kir.    57 endam û rêveberên HDP’ê yên hatibûn binçavkirin piştî li edliyê îfadeya wan girtin dîsa birin Midûriyeta Polîsan a Dîlokê.    Kesên di bin çavan de navê wan wiha ye: Mehmet Ozkan, Habat Gengeç, Cuma Alî Taşçi, Servet Bayram, Diyar Bayram, Şukru Ozalan, Mahmut Aycan, Durrî Kaygusuz, Azîme Balî, Halil Kiliç, Şefik Sondu, Şahin Demir, Nesîbe Çinar, Alî Yildiz, Îsmail Berkpınar, Mehmet Karayılan, Omer Faruk Koç, Sultan Bayındir, Hamza Bayindir, Cengiz Tunç, Zekî Demir, Faîk Dursun, Ramazan Kuas, Gulî Yaman, Salman Tutumlu, Muslum Kiliç, Mehmet Şahîn, Nuray Goktepe, Bedran Fermanoglu, Fatma Dîkîcî, Tahir Altug, Ahmet Îlbaş, Nafi Demîr, Abdullah Înce, Emin Kavak, Sedika Yaman, Kasım Şan, Bîrcan Demîr, Mehmet Çiftçî, Mustafa Yucel, Bekîr Emlik, Hatice Kuçuker, Îbrahim Kaya, Mustafa Tunç, Muslum Ozkan, Sultan Ozalp, Fatma Lebe, Abdurrahman Yalin, Erkan Şahîn, Erol Daşdelen, Ahmet Hartavi, Guler Erat, Muslum Şahinsoy, Emin Gumuştekin, Omer Gumuştekin, Serhat Yildirim û Suleyman Yagiz.