Pompeo: Divê Erdogan vê dagirkeriya Sûriye rawestîne 2019-10-16 16:49:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezirê Karên Derve yê DYA'yê Mike Pompeo ku ji bo Serokomarê Tirkiyeyê dawî li operasyonan bîne û wî îkna bike hat Tirkiyeyê diyar kir ku berpirsiyarê bê aramiya li herêmê Erdogan e û wiha got: “Divê Erdogan raweste. Divê vê dagirkeriya li ser Sûriyeyê rawestîne.   Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 8'an de berdewam dike. Bertek û nerazibûnên welatên cîhanê yên li dijî Tirkiyeyê zêde dibin. Wezirê Karên Derve yê DYA'yê Mike Pompeo ku ji bo Serokomarê Tirkiyeyê dawî li operasyonan bîne û wî îkna bike hat Tirkiyeyê diyar kir ku berpirsiyarê bê aramiya li herêmê Erdogan e û wiha got: “Divê Erdogan raweste. Divê vê dagirkeriya li ser Sûriyeyê rawestîne."