Jin li ser zimanê aştiyê axivin 2019-09-22 16:44:24   STENBOL - Di panela TJA'yê ya bi sernavê jin "Bahsa aştiyê dikin" hat lidarxistin de, diyarkirin ku jin zimanê aştiyê ava dikin û qala rola rêvberiyên herêmî ya di avakirina aştiyê de hat kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Yogurtçû ya li Kadikoya Stenbolê panela bi sernavê "Jin bahsa aştiyê dikin" li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û Akdemîsyen Meral Camci wekî panelîst tevli panelê bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu û gelek jin jî tevli panelê bûn.   'EM ZIMANÊ AŞTIYÊ AVA DIKIN'   Axaftina destpêkê ya panelê ji aliyê Meral Camci ve hat kirin û wiha got: "Jinên kurd jî di nava tecrûbeya aştiyê dene û hem dema ku ew heqîqet pêk dianîn û hem jî ji bo ku zimanê aştiyê ava bikin têkoşîneke bê hempa dan. Jinên kurd bi vê pêanîna me bûn alîkar ku em wê çarçoveyê bişikînin. Piştî ve me hemû jjan bi hev re hewl da ku em wê heqîqetê bi hev bidin gotin.  Ev me dike kelecanê."   'HEVŞAREDARÎ XETA ME YA MORE'   Piştre Bedîa Ozgokçe Ertan mafê axafitnê girt û wiha got: "Pergala hevserokatiyê ku ji bo jin di nav siyasetê de bi awayê wekhev cih bigirin hat avakirin piyê herî girîng ê demokrasiyê ye.  Ev pergal hemû dînamîkên civakê tîne gel hev.  Hevserokatî xeta jinan a mor e. Me di nava rêveberiyên herêmî de jî pergala ku jin di nav de cih bigire ya ku jinan bi teşe kiribû ava kir.  Ji ber ku nayê hiştin jin gotina xwe bibêjin. Li wanê piştî ku qeyûm hat tayînkirin hemû saziyên jinan hatin girtin û mêr li şûna jinan hatin tayînkirin. Nexwestina qeyûman xwedîderketina li aştiyê ye."   Panel piştî beşa pirs û bersivê bi dawî bû.