Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin 2019-09-22 15:18:44   WAN - Koma Jinên Xemilandî, di çarçoveya "Roja Bajarên Bêtirimpêl a Cîhanê" de, li Wanê bi bisiqletan tûr avêtin û xwestin hestiyariyê ava bikin. Koma Jinên Xemilandî, di çarçoveya “Roja Bajarên Bêtirimpêl a Cîhanê” de, li Wanê bi bisiqletan tûr avêtin. Jin, bi armanca hestiyariyê ava bikin û bi karanîna bisiqletan zêde bibe, li Parka Aştiyê ya  Mûsa Anter hatin li hev kom bûn. Jinên ku bîsîqletên xwe bi nepûx û çîçekan xemilandi bûn, dawîza “Ne bi benzînê bi xelayan diçe” bi bisiqletên xwe ve kirin. Jinan ji Parka Aştiyê a Mûsa Anter, heya Keleha Wanê nêzî 6 kîlometre tûr avêtin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Welatiyên derdorê bi lêxistina çepik û berzkirina tilîliyan piştgirî dan çalakiya jinan. Jinên gehiştin kelehê, li erbanê xistin, stran gotin û guvend gerandin.    Zeynep Sezîn Demîrli Çakmaka derbarê çalakiyê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha  got: “Ji sala 2013’an ve, tûra Bîsîqletê ya Jinên Xemilandî dewam dike. Me jî tûra xwe li Wanê organîze kir. Bi vê em armanc dikin ku hestiyariyê ava bikin û bi karanîna bisiqletan zêde bibe. Li 115 cihên tevahiya cîhanê ev tûr tê lidarxistin.”