Polîsan bi ser mala nûçegihanê me de girt 2019-08-14 10:59:12 MÊRSÎN - Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Ergîn Çaglar ê li Mêrsînê de girtin. Çaglar ê li malê nehat dîtin, hat destnîşan kirin ku lêgerîna wî ya binçavkirinê heye.  Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala nûçegihanê ajansa me Ergîn Çaglar a li Mêrsînê de, girtin. Polîsan di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya  Komarê ya Mêrsînê dayî dest pê kirin de, bi ser mala Çaglar de girtin, di malê de lêgerîn kirin û amûrên malê belav kirin. Polîsan dest danîn ser hin pirtûkên li malê. Polîsên ku Çaglar li malê nedîtin, diyar kirin ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" biryara binçavkirin wî heye. Hat hînbûn ku di heman çarçoveya lêpirsînê de, polîsan li Mêrsînê bi ser hin malên din de jî girtine û di dema serdegirtinê de, hin kes binçavkirine.