Mehabad û Qadî Mihemed: Wê kengî li şûna kindirê gul vedin 2019-06-16 12:11:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Abdurrahman Gok, piştî li bajarê Kurdan Mehabadê  geriya û gora sazumankarê Komara Kurd a Mahabadê Qadî Mihemed ziyaret kir, bi vîdeoyên kişandiye vegot. Gok ji bo Qadî Mihemed got: "Gelo wê kengê ev wesiyet pêk were û di şûna kindirê di situyê Qadî Mihemmed de gul vedin!"    Rojnameger Abdurrahman Gok ku li Bajarê Kurdan, warên dîrokî digere û gorên şexsiyetên pêşeng ziyaret dike, bi videoyan danasina wan dike. Gok vê hefteyê yek ji bajarê Kurdan ê li Îranê Mehabad û Qadî Mihemed bi vîdeoyên kişandine vegot. Gok vê hefteyê Bajarê Mahabadê ku 22'ê Çileya 1946'an de hat avakirin û di 17'ê Çileya 1947'an de ji aliyê Rejîma Îranê ve hat rûxandin û gora sazumankarê Komara Mehabad Qadî Mihemed bi vîdeoyên kişandine vegot: Gok, ji bo Mihemed wiha got: "Gelo wê kengê ev wesiyet pêk were û di şûna kindirê di situyê Qadî Mihemmed de gul vedin!"    Gok, Mehabad û Qadî Mihemed ê li Qada Çarçira hatiye darvekirin wiha nivîsî:    MEHABAD Û QADÎ MIHEMED   War û welatên ku em neçûnê û me di xewnê şevan de jî nedîtine dem dem em ji pirtûkên seyyahan hîn dibin! Em qet naxwazin ew rêwîtî bi dawî bibin Di her hevokê de em tiştinên nû hîn dibin, carinan devê me gazekê ji hev vedibe… Îcar ger mirov bi xwe hewl bide bibe gerok çawa ye gelo? Xweşîyeke ku bi destên herkesî nakeve Bêguman her cihekî em lê digerin giyan û serwextiya me dewlemend dike  Ne barê li piştê, ne gera bi saetan li deştê ne xem e.  Ne sir û seqema bedena mirov êsîr digire, ne jî av û çirava pêçiyên lingan pûç dike. Ne fişefişa pozê mirov, ne jî kuxika kezeba mirov diperitîne Bi hemuyan re mirov hem ji pêşdarazên xwe xalî dibe, hem jî dest bi nasînê dike Her nasîn bi meşeqet e mîna zayinê.  Her nasîn zor û pîroz e mîna ku mirov xwe biwelidîne Di rêwîtiya min a ber bi her bajarekî Îranê ve, ku çand û danehevên hezaran salan yên gelan dihewîne de ew pêşdarazên min tertûbelav dibin  Tama kelecan û hestên hînbûna çand û dîrokê û şahidiyê nayê gotin Bi parvekirinê jî mirov şad dibe.  Te dît hin bajarên efsûnî hene;  Mîna Bexdayê, Helep, Qahire, Bêrud û Qudisê; Îsfexan, Şîraz, Nîşabûr û Amedê; Mehabad, Hewraman, Xoresan û Bazidê.  Di şevbuhêrkan de çîrokbêj me li kolanên teng yên wan bajaran digerînin  Me dikin mêvanê dîwanên qesran,  Bi ava ceran tîna me dişikînin,  Me dadixînin binê şikeftên avî yên ferîşteyan,  Li qadên navendî gotarên azadiyê pif dikin guhên mirov…  Îcar dema mirov li bajarek ji wan bajaran digere, ha te dît tu bûyî lehengê wê çîrokê.  Tu dibêjî qey di wan kolanên çîrokbêj vegotibû şilûpil digerî.  Li bazaran di nava newayên mêwefiroşan de ji tetirê tu li nava karwanên hêştiranî ku di Riya Hevrîşimê de bi hezaran kilometre rê li pey xwe hiştine Hingavê tu jî dibî parçeyek ji dîrokê  Di rûpelê dîrokê de dibî rê û rêwî Dibî xan û xandar…  Hin bajar jî hene mirov hema xwezî dike dubare û sêbare biçiyê.  Her ku mirov ji wî bajarî vediqete, soza careke din lê vegere dide.  Bo min jî Mehabad yek ji wan bajara ye… Dema diçim Mehabadê rasterast ling, min ber bi Qada Çarçirayê ku Qadî Mihemed û rêhevalên wî Komara Mehabadê lê îlan kiribûn û di 31ê Adara 1947an de lê hatibûne darvekirin ve dibin. Her çiqas niha navê wê qadê Cumhurî Îslamî be jî hemû Mehabadî jê re dibêjin Çarçira  Li vê qadê wêneyê Pêşewa Qadî Mihemed ku li ser kursî destekî xwe ber bi eniya xwe ve bilind kiriye diniqute hişê min…  Piştî Çarçirayê weke her kurdekî ku dema riya wî bi Mehabadê dikeve ez jî tirbên Qadî Mihemed û her du rêhevalên wî ziyaret dikim.  Bi gavên hûrik, di navbera malan de ber bi tirba ku derdora wê bi perwazên hesinî hatiye dorpêçkirin ve dimeşim.  Ji ber kû deriyê hesinî yê goristanê radayî ye ez nikarim destên xwe di ser kêlikên Pêşawa re bibim û maçî bikim.  Tenê dua dikim  Qadî Mihemed, birayê wî Sedr Qadî û biraziyê wî Mihemed Huseyn Xan Seyfî Qadî li kêleka hev in. Demekê bêdeng dimînin û 73 sal pêşiya niha dibînim! Ji dengê Qadî Mihemed helbesta Nadir Qadî ku muyê canê mirov dike mîna şûjinan guhdar dikim.  Ji dengê Qadî Mihemed helbest… tê bîra min li dibistanê dihat pirsîn Du û du dibe çend? hemûyan bi hev re dinivîsandin  dike çar tenê min di hesab de kêm dianî û dihatim xwar ew jî tenê ji ber li ba min wiha bû du û du dibe yek nabe çar li ba min wiha bû  diran û du lêv û ziman nabin çar dibin bi zar  bi hev re dikin hawar li ba min wiha bû du dest û du lingê mirov nabin çar di laşekî de wiha têne kar li ba min wiha bû tax, xanî, kolan, cade nabin çar dibin bajar têde dijîn dewlemend û xelkê hejar li ba min wiha bû kok, reh, gewde, pel nabin çar dibin dar hinek kurt û hinek dirêj wekî çinar li ba min wiha bû evîn û dil, delalî û pakî nabin çar di bin bi yar li ba dildar... ew hemû ye wiha du û dû dibin yek nabin çar yekcar zor in belam li koyî têne jimar? tenê evê dizanim  ger laşê min sed parçe bikin min bidin ber gûle û regbar ez biçim ser dar gotina dilê min tê ser zar Kurdistan her yek welat e  nabe çar   Bi hêdî hêdî xatir ji Pêşewa Qadî Mihemmed û rêhevalên wî dixwazim Wesiyeta wî ya dawî ku dixwest “em tev bibin yek û nexapin” hê jî pêk nehatiye.  Gelo wê kengê ev wesiyet pêk were û di şûna kindirê di situyê Qadî Mihemmed de gul vedin!   Vîdeoyê hûn dikarin li ser vê lînkê temaşe bikin:   https://www.youtube.com/watch?v=CY58T67xvnc