Angaşta îşkenceya li Heskîfê di otobusa binçavkirinê de îşkence 2019-06-12 12:51:03 ÊLIH - Hat ragihandin ku di nav kesên li Heskîfê hatine binçavkirin de hevserokên HDP'ê jî hene û gaza îsotê avêtine nav otobusê û di otobusê de îşkence li ciwanan kirine.  Destûr nehat dayîn ku endamên Meclisa Ciwanan a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, li dijî bin hiştina avê ya navçeya dîrokî ya Heskîfê daxuyanî bidin çapameniyê. Polisan bi guleyên plastîk mudaxaleyî daxuyaniya ku dihat xwestin di têketina navçeyê de bê dayîn kir û rojnameger Sonya Bayik, hevserokên HDP'ê yên Gulcemal Erdînç û Îkram Îrgî, ciwanên HDP'î Omer Amaç, Erol Daşdelen, Şiyar Aydin, Husamettîn Tanrikûlû, Umît Akbiyik, Osman Demîr, Merve Karaçay û Eyyup Demîr jî di nav de 30 kesî bi derpkirinê binçav kir. Hat hînbûn ku polisan di otobusê de îşkence îşkence li wan kiriye.   GAZ BERDAN NAV OTOBUSÊ   Hat ragihandin ku polisan gazê berdaye nava otobusê û gelek kesên hatine binçavkirinê şopê derpkirinê li laşê wan heye. Ciwanên ku ji ber berdana guleyên plastik û işkenceya polisan laşê wan reş bû, di otobusa polisan de dûrişme berz kirin û îşkenceya polisan rexne kirin. Hat ragihandin ku polisan dema kesên binçavkirî ji bo kontrolkirina tenduristiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê xwestine kontrola wan di otobusê de bikin. Li ser bertekan dê 33 kes li nexweşxaneyê bên klontrolkirin.