Dayikan ligel mudaxaleya polisan jî çalakiya xwe domandin 2019-05-16 13:45:46   AMED- Çalakiya dayikên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li gel mudaxaleya polisan jî didome.   Dayikên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku ji 1’ê Gulanê ve çalakiya wan a li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê tê qedexekirin, li Xaçerêya Batikentê hatin gel hev. Polisan li vir dayikan dorpêç kir û mudaxaleyî wan kirin. Polisan di mudaxaleyê de dayikan derb kir û dayika bi navê Hizal Yildirim binçav kir û paşê berdan.   Li gel vê mudaxaleya polisan jî dayik Xaçerêya Batikentê terk nakin û çalakiya xwe didomînin û mudaxaleya polisan bi dûrişmeyên ku davêjin şermezar dikin.