HDP ji bo daxwazên Guven bên qebûlkirin dê li Amedê mîtîngê li dar bixe 2019-01-12 16:28:52 AMED - HDP, ji bo daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye bên qebûl kirin, dê li Amedê mîtîngekê li dar bixe.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku daxwazên Hevseroka KCD’ê û Parlementara HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, bên qebûl kirin dê li Amedê mîtîngekê li dar bixe. HDP’ê di daxuyaniya nivîskî ya weşand de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di 8’ê Mijara 2018’an de dabû destkirin û wiha got: “Berxwedana greva birçîbûnê ya Guven berdeam dike û ev çalakî li tevahiya girtîgehan belav bûye.”   HDP’ê, di daxuyaniya da de, ev tişt gotin: “Berxwedana Leyla Guven û çalakgerên girtîgehan ên 2 meh li dû xwe hiştin, di xeteriyê deye. Ger daxwazên çalakgeran neyên qebûl kirin û encamên derbikevin holê, dê dinava civakê de bibe sedama şikandinek mezin. Desthilatdariya AKP’ê ya daxwazên çalakgeran nebîne, berpirsê hemû encamên derbikevin holê ye. Ev daxwazên mirovî û hiqûqî, di heman demê de daxwazên hemû hevparên me û gelê me ye. Êdî dem dema xwedî derketina vê çalakiyê ye. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, divê em bikin nava tevgerê. Li ser vî esasî emê di 19’ê Çileya 2019’an roja Şemiyê saet 12:00’an de, li Qada Îstasyona Amedê mîtînga “Demokrasî, Azadî û Edaletê” li dar bixin. Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê serî li Walitîya Amedê daye. Ji bo ku em bi hev re dengê xwe bilind bikin, em li bendêne hemû gelê me yê Amed û herêmê bên beşdarî mîtîngê bibin.”