Lêgerîna li avahiya HDP'a Rihayê bi dawî bû 2018-12-06 18:57:59   RIHA – Li Rihayê piştî greva birçûbûnê ya li avahiya HDP'a bajêr polîsan avêt ser avahiyê û dest bi lêgerînê kirin. Piştî lêgerînê polîsan dest danîn ser gelek pankart, pirtûk, ala û hardîskên kompîturên li avahiyê.    Li avahiya HDP'ê ya Rihayê ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dabû destpêkirin, ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê hat ldarxistin. Piştî çalakiya greva birçbûnê polîsan avêt ser avahiya HDP'ê ya bajêr û di dem alêgerînê de dest danîn ser gelek pankart, pirtûk, ala û hardîskên kompîturên li avahiyê.    Her wiha di dema avêtina ser avahiya partiyê de 38 kes hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatine binçavkirin ev in: Servet Kiliç, Rojda Binici, Faruk Badilli, Şeyma Badilli, B.T., Serpil Geyik, Nazli Binici, Cemile Dagtekin, Murat Demirkiran, Osman Aydogdu, Memduh Melik, Bilal Zeren, Mahmut Aslan, Ayşe Dogan, İzzet Karadag, Ali Çaglayan, Abdullah Polat, Mahmut Manas, Mehmet Gulmezyuz, Feryal Çelikbaş.