Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe 2018-10-17 10:03:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, bal kişedanên li Idbilê pêş dikeve û polîtîkayên li ser Sûriye û Kurdên li Bakurê Sûriyeyê û wiha got: "Kurdan di 8 salan de parastin û pirojeya demokras pêşxistin, dê li Sûriye jî aramiyê pêşbixe. Ger ku Sûriye bi kurdan re rûnenê dê şer bi dawî nebe.    Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, şerê 8 salin li Sûriye pêş dikev, rola kurdan û gelên li Sûriye û polîtîkayên Tirkiye yên li ser Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Mustefa diyar kir ku dema şoreş li Surıyê rabû armanc azadî û demokrasî bû lê bi mudexelekirina hêzên herêmî û navdewletî de şoreş ji şoreşê dûrxistin û wiha got: "Bi pişgiriya û artêşkirina girûbên opozisyonê guhertin û kirin şerekî olî, netewî û ev tişt tenê ji bo berjewendiyên xwe yê aborî biparêze û hemî hêzên li Sûriyê kombike bi navê parastinê gelê Sûriyê hatine. Lê tu hêz ji wan çareseriyekê ji bo gel pêşnexe. Dijberî wê berjewendiyên xwe biparêzin û tu çawa Sûriyê li hev parvabikin."    HÊSÊN SERDEST GELÊN SÛRIYE JI CIHÊN WAN KOÇ KIRIN Û LI SER WAN SIYASET PÊŞ XISTIN   Mustefa, da zanîn ku 8 salin li Sûriye şer heye û wiha axivî: "Yên şer pêş dixin gel nafikirin. Ne fikrandina gelê sivîl û belavkirina terorê û hovitiya wê hişt bi milyona gelê Sûriyê dev ji axa xwe û mala xwe berdin. Van polîtîkayan bandorek giran li ser gel çêkir. Malbata zirarên madî û menewî dîtin. Malbat ji hev dûrxistin. Winda bûn. Gelek kes hatin kuştin. Li welatên ku koçî wan kirin, wan dewletan li ser wan bazarên qirêj pêş xistin. Dewletan li ser wan lîstik meşandin. Li ser wan siyaset pêş xistin."     LI BAKÛRÊ SÛRIYE JI BER VÎNA GELAN HEYE PROJEYA XWESERIYÊ BI SER KET   Hêvî Mustefa bal kişand ser projeya xweser a Bakurê Suriyeyê jî û wiha berdewam kir: "Me berê got raste di şerê heyî de vîna gel nayê girtin. Lê çima li Bakurê Sûriyê pirojeya xweseriya demokrasî bi pêşket. Ji ber ku vîna gelan têde heye. Li cîhanê ev tişt hat xuyakirin. Ji ber wê hemî hêzên  serdest êrîşî vê pirojê dikin. Êrîşî herêmên xweser a ku bi aramî û aşîtî bi hev re dijîn dikin."   TIRKIYE LI IDLIBÊ BI SER NAKEVE Û DÊ LI IDLIB ŞEREKÎ GIRAN PÊK BÊ   Mustefa, bal kişand ser rewşa Idlibê jî û wiha hê zêde kir: "Ji bo mijarê Idlibê  dewletên heyî bazarê dikin. Di serî de dewleta Tirk û tevahî girûpên selefî yên ku li wir civîne, Tirkiyê pêşgiriya wan dike. Tirkiye ew di bazarên xwe de firotin û kişandin Idlibê. Li wir komkirin yanê di wan bazaran de xwest vîna gelê azad û gelê kurd di navde bişkîne. Tirkiye xwest pirojeya xweser a Bakurê Suriyê asteng bike û dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê misoger bike. Lê Tirkiye niha di peymana heyî de dê bi ser nekeve. Dê li Idlibê şereke giran biqewime.    PROJEYA KURDAN DÊ ARAMIYÊ BÎNE SÛRIYE   Mustefa, herî dawî anî ziman ku Kurdan di van 8 salan de herêmên xwe parastin û pirojekî demokras pêşxistin û wiha got: "Di vê projeyê de vîna gelan û biratiya hemî netewan bi pêşxistin. Ev proje bû mînak li herêmên cîran û li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Bedelê cîhanê şerê terorê kirin. Ev piroje eger ber çav werê girtin wê bibe mînaka çareseriya Suriyeyê. Dê aramiyê li Sûriyeyê pêş bixe. Heta ev hêz kurdan ji rûniştinên çareseriyê dûrbixin wê şer li Sûriyê neqede. Heta ku kurd muxatab neyên girtin çareserî pêş nakeve. Dewleta Tirkiye di 8 sala de şerê Sûriyê hertim siyaseta xwe li ser dijmantiya Kurdan pêş xist. Hemû kaxet û kozên dest xwe bikar anî. Ji bo şerê vê vînê bike û ji bo lembeya kesk ji dewletên navnetewî bigire, tenezul kir ku êrîşî Efrînê bike."