Polîsan bi ser buroya JINNEWS'ê de girt 2018-07-12 14:37:32   AMED - Polîs bi ser buroyaa Ajansa Nûçeyan a JIN (JINNEWS) ya li Navçeya Rezan a Amedê de girt.    Polîsan şev nîvê şevê bi ser buroya Ajansa Nûçeyan a JIN (JINNEWS) ya li Navçeya Rezan a Amedê de girtin. Polîsên ku bi şev saet di 00.00'an de hatin ber deriyê ajansê û pê li zîlê wê kirin, piştî ku dîtin kesek li hundir tune ye ji ber derî vegeriyan.  Polîs, piştre ber destê sibehê saet di 04'00'an de bi ser buroyê de girtin. Polîsên ku derî şikandin û ketin hundir, li hemû odyên ajansê lêgerîn kirin. Polîsan kompîturên li ajansê dester kirin û derbarê sedema serdegirtinê de tu agahî girtin.    Parêzerên ajansê derbarê mijarê de li dozgeriyê serlêdana sûc kirin.